Hewlêr (Rûdaw) - Piştî şerê ku 40 rojan berdewam kir, şandeyên Amerîka û Îranê ji bo dan û standinan çûn Îslamabada paytexta Pakistanê.
Berî hevdîtina fermî, her du şande bi awayekî cuda li gel Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf civiyan.
Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf destpêkê li gel şandeya dan û standinê ya Îranê civiya.
Berpirsên Îranî piştî vê hevdîtinê ragihandibû ku Amerîkayê qebûl kiriye pereyên cemidandî yên Îranê berde.
Lê belê Koşka Spî daxuyaniya berpirsên Îranî ya li ser "berdana samanên ragirtî" red kir.
Şandeya Amerîkayê jî bi Şehbaz Şerîf re civiya
Koşka Spî ragihand ku Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance ku serokatiya şandeya Amerîkayê dike, bi Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf re hevdîtin kiriye.
Daxwazên her du aliyan bi awayekî nerasterast ji hev re tên ragihandin.
Eger li ser van daxwazan lihevhatin çêbibe, tê pêşbînîkirin ku dan û standinên sereke bi dema Tirkiyeyê demjimêr 15:00an dest pê bikin.
Di daxuyaniya çavkaniyên dîplomatîk ên Pakistanê de hat diyarkirin:
"Ji bo ku dan û standin rasterast werin kirin hewldan didomin.
Eger hevdîtineke rasterast pêk neyê, dê dan û standin bi awayekî nerasterast werin kirin û dê tenê rojekê biajon."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse