Di navbera Rûsya û Ukraynayê de agirbest hat ragihandin

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Ukrayna Rûsya Agirbest
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Agirbesta demkî ya ku di navbera Rûsya û Ukraynayê de ji ber Cejna Paskalyayê ya Xirîstiyanên Ortodoks hatibû ragihandin ket warê bicihkirinê.

Agirbesta ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi boneya Cejna Paskalyayê heta dawiya 12ê Nîsanê ragihandibû, dest pê kir.

Çalakiyên leşkerî rawestiyan

Artêşa Rûsyayê li hemû eniyên Ukraynayê çalakiyên xwe yên leşkerî rawestandin.

Li hemberî vê yekê, birêvebiriyê Ukraynayê jî biryar da ku ew dê li gorî agirbestê tevbigere.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy, berê bangî Rûsyayê kiribû ku ji ber Cejna Paskalyayê agirbestê rabigihîne.

Serokê Rûsyayê 9ê Nîsanê biryar dabû ku dê agirbest îro bi dema herêmî saet 16:00an dest pê bike û heta bidawîbûna Cejna Paskalyayê, ango heta dawiya 12ê Nîsanê bidome.

"Dikare bibe destpêka aştiyê"

Piştî vê biryara Putin, Zelenskyy jî diyar kiribû ku ew dê pêbendî agirbestê bin.

Zelenskyy li ser mijarê daxuyaniyek dabû û wiha gotibû:

“Em di wê baweriyê de ne ku divê Paskalya bibe dema aştî û ewlehiyê.

Agirbesta di Paskalyayê de, dikare bibe destpêka tevgereke rasteqîn a aştiyê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst