Nigel Farageyê dijkoçber, dildarê Trump û piştgirê Îsraîlê kî ye?

1 demjimêr berê
Nîşan Nigel Farage Brîtanya Amerîka Îsraîl Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nigel Farage yek ji navên diyar ên siyasî ye li Brîtanyayê.

Ew Serokê Partiya Reformê ye ku li dijî koçberan e.

Partiya wî di hilbijartinên şaredariyan de serkeftineke mezin bi dest xist û Farage bi nêzîkbûna xwe ya li gel Serokê Amerîkayê û Îsraîlê tê naskirin.

Têkiliyên li gel Trump û parastina Brîtanyayê

Farage 2yê Nîsana 2026an li ser biryara Serokwezîrê Brîtanyayê ya derbarê baregehên Amerîkayê got:

"Serokwezîrê Brîtanyayê şaşiyeke karesatbar kir ku rê neda Amerîka baregehan bi kar bîne. Eşkere ye ku Trump gelekî aciz e. Bêyî Amerîkayê parastina me nîne."

Nakokî û lihevkirinên siyasî

Wî gelek caran ragihandiye ku nêrînên wî û Trump, bi taybetî di mijara dijberiya koçberan de nêzîkî hev in.

Lê belê Farage di her mijarê de ne li gel Trump e. Ew li ser guhertina hikûmeta li Îranê û bikaranîna baca gumrikê ya wekî çekan, mîna Trump nafikire.

Farage her wiha piştgiriyê dide êrişên Îsraîlê yên li ser Xezeyê û red dike ku Tel Evîvê “komkujî” kiribe.

Siyaseta dijî koçberan

Farage xwe û partiya xwe wekî “dijkoçber” pênase dike.

Ew angaşt dike ku hikûmeta Partiya Kar ji tirsa partiya wî penaxwazan dersînor dike.

Wî 18ê Çiriya Paşîn a 2025an li ser vê mijarê got: "Tiştê ku ew dibêjin ku qet girîngiyê nadin gotinên Reformê, bi eşkereyî gotineke pûç e.

Ew gelekî dixwazin zanibin Reform çi dibêje! Wan ew karên ji bo rêlibergirtina li welatiyên biyanî kirine, eger Partiya Reformê nebûya nedikirin."

Paşeroja siyasî ya Brîtanyayê

Tîrmeha 2024an li Brîtanyayê hilbijartinên parlamentoyê hatin kirin û Partiya Kar piraniya dangan standin û dê dawiya sala 2029an hilbijartinên nû werin kirin.

Li gorî rapirsiyên dawî, Partiya Reformê ji sedî 25ê dangan distîne û heke encamên hilbijartinan jî wilo bin ji bo pêkanîna hikûmetê, dê pêdiviya wê bi hevpeymaniya du yan sê partiyan hebe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst