Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani ji Rûdawê re ragihand ku pêwîst e mafên kêmneteweyan li Sûriyeyê parastî bin.
Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani pirsên Rûdawê yên li ser Sûriyeyê bersivand.
Tajani destnîşan kir ku pêwendiyên wan bi Sûriyeyê re hene û ew dixwazin ev pêwendî li gel birêvebiriya nû re jî hebin.
Tajani got, "Divê em rêzê li yasayan bigirin. Ez bawer im em amade ne ku cezayan rakin da ku ji bo wî welatî paşerojek çêbibe."
“Divê rêz li kêmneteweyan bê girtin"
Li ser pirsa Rûdawê ya derbarê daxwaza Kurdên Sûriyeyê ya ji bo perwerdeya bi zimanê dayîkê û zehmetiyên li pêşiya vî mafî de, Tajani ev bersiv da:
"Ev li her derê yasayeke bingehîn e. Divê li her welatekî rêz li kêmneteweyan bê girtin."
Tajani her wiha amaje bi axaftina xwe ya bi Ehmed Şer re kir û wiha li pey çû:
"Ehmed Şer ji min re got, her Sûriyeyî welatiyê Sûriyeyê ye. Xiristiyan, Misilman û Durzî hemû Sûriyeyî ne.
Ez bi wê yekê bawer im ku ev çareseriyeke baş e, ew hemû Sûriyeyî ne."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse