Yekîtiya Ewropayê perwerdeya bi zimanê dayîkê ya li Sûriyeyê nîqaş dike

1 demjimêr berê
Zinar Şîno
Parlamentoya Ewropayê / Wêne: Rûdaw
Parlamentoya Ewropayê / Wêne: Rûdaw
Nîşan Yekîtiya Ewropayê Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rayedarên Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand ku mijara mafên pîkhateyan û perwerdeya bi zimanê dayîkê ya li Sûriyeyê dê di pêvajoya diyaloga siyasî de werin nîqaşkirin.

Nûnera Bilind a Siyaseta Derve û Ewlehiyê ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallasê ji Rûdawê re daxuyaniyek da.

Kaja Kallasê diyar kir ku rewşa pêkhateyên Sûriyeyê û mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê di rojeva wan de ye û got:

“Em mijara pêkhateyên li Sûriyeyê û mafên perwerdeya bi zimanê dayîkê gotûbêj dikin.

Di çarçoveyeke berfirehtir de em li ser hemû pêkhateyên welêt radiwestin, pirsgirêka Kurdan jî di vê çarçoveyê de tê nirxandin.”

Parastina pêkhateyab di rojevê de ye

Wezîra Karên Derve ya Swêdê Maria Malmer Stenergardê jî bal kişand ser girîngiya parastina mafên kêmneteweyan a li Sûriyeyê.

Stenergardê ji Rûdawê re daxuyand ku wê di hevdîtinên li gel nûnerên hikûmeta Sûriyeyê de bi berdewamî mijara parastina kêmneteweyan aniye rojevê.

Wê her wiha destnîşan kir ku li welêt pêwîstî bi pêvajoyeke siyasî ya giştgîr heye.

Mijara Sûriyeyê bi berfirehî tê nîqaşkirin

Di hevdîtinên dîplomatîk ên welatên endam ên Yekîtiya Ewropayê de pakêta nû ya cezayan a li dijî Rûsyayê hat nîqaşkirin.

Bipêşketinên li Rojhilata Navîn û pêvajoya navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê jî hatin gotûbêjkirin.

Tê diyarkirin ku rayedarên Ewropayî dixwazin di paşeroja siyasî û aborî ya Sûriyeyê de roleke bibandor bilîzin.

Her wiha ew garantîkirina mafên komên cuda yên etnîkî û dînî wekî pêngaveke sereke û li pêş dibînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst