Li merasîma Mihemed Elî bang: Êdî KURDAN nekuj in!

11-06-2016
RÛDAW
Michael Lerner
Michael Lerner
Nîşan Mihemed Elî Merasîm Cenaze Kurd Recep Tayyip Erdogan Michael Lerner
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Xaxamê cihû Michael Lerner li merasîma cenazeyê Mihemed Elî got, ji serokên Tirkiyê re bibêjin, bila edî Kurdan nekuj in.

 

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan weke çend siyasetmedar û navdarên cîhanî ji bo beşdarî merasîma cenazeyê bokserê navdar Mihemed Elî bibe çûbû Lousivilleyê.

 

Xaxamê cihû Michael Lerner jî beşdarî cenazeyê bû û li wê derê gotarek pêşkêş û rexne li siyasetmedaran girt û wiha bang li berpirs û civaka navneteweyî kir:

 

“Ji kesên ku hatine hilbijartina re bibêjin bila bes êşkenceyê bikin. Ji siyasetmedarên tundiyê bikar tînin re bêjin bes e, ji serokên Tirkiyê rê bibêjin, bila bes Kurdan bikuj in.”

 

Recep Tayyip Erdogan xwestibû ku Serokê Karên Diyaneta Tirkiyê Mehmet Gormez li ser tabuta Mihemed Elî, Quranê bixwine, lê ew daxwaza wî hatibû redkirin.

 

Herwiha axaftina Erdogan jî hatibû betalkrin.

 

Serokomarê Tirkiyê serdana xwe ya cenazeyê nîvce hiştibû û vegeriyabû.

 

Tê gotin ku sedema zû vegerê ew bû ku Erdogan li merasîma cenazeyê neaxive.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst