Di kabîneya nû ya Tirkiyê de 4 Kurd hene

04-06-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Erdogan Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan kabîneya xwe ya nû eşkere kir û îro Yekşemê 4ê Hezîranê kabîneya nû di Rojnameya Fermî de hat belavkirin. Di kabîneya nû de 3 wezîrên Kurd cihên xwe digrin, herwiha Alîkarê Serokkomarê Tirkiyê jî Kurd e.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan piştî ku 28ê Gulanê di hilbijartina serokkomariyê de biserket, 3ê Hezîrana 2023an li Parlamentoya Tirkiyê sonda yasayî xwar û di heman rojê de endamên kabîneya nû jî eşkere kirin.

Di kabîneya nû ya 18 kesî de, tenê wezîreke jin heye ku ew jî Wezîra Malbatê ye.

Herwiha di kabîneya Sîstema Hikûmeta Serokkomariyê de wezîrê berê Cevdet Yilmaz ku ji parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê ye wek Alîkarê Serokkomar, Mehmet Şîmşek ê ji parêzgeha Êlihê wek Wezîrê Xezîne û Darayî hatin destnîşankirin.

Fahrettîn Koca ku di kabîneya berê de jî Wezîrê Tendirûstiyê yê Tirkiyê bû, di kabîneya nû de jî li ser erka xwe berdewam dibe û Hakan Fîdan jî ku 13 sal bûn Serokê Dezgeha Îstîxbarata Tirkiyê (MÎT) bû û di kabîneya nû de wek Wezîrê Derve yê Tirkiye hatiye diyarkirin, ji parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ye.

Herçiqas Wezîrê Derve Hakan Fîdan li Enqereya paytexta Tirkiyê ji dayîk bûye, lê tê îddîakirin ku bi eslê xwe ji parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ye û Kurd e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst