JD Vance: Me bi Îranê re li hev nekir

6 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amerîka Îran Pakistan Şer Agirbest
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - JD Vance ragihand ku dan û standinên wan ên bi Îranê re yên li Îslamabada paytexta Pakistanê di gihîştina peymanekê de têk çûne.

Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance diyar kir ku ew dê ji Pakistanê derkeve lê wan "pêşniyara xwe ya herî baş û ya dawî" daniye ber Tehranê.

Daxuyaniyên Vance nîşan didin ku ew hîn jî demê dide Îranê ku li ser pêşniyara Amerîkayê bifikire.

Washingtonê roja sêşemê ragihandibû ku ew dê ji bo du hefteyan êrişên xwe yên hevbeş ên li gel Îsraîlê yên li Îranê rawestînin ku derfetê bidin dîplomasiyê.

Piştî çend demjimêrên dan û standinên berfireh ên li paytexta Pakistanê, JD Vance di konferanseke rojnamegeriyê ya kurt de axivî û got:

"Em bi pêşniyareke gelekî sade ji vir derdikevin, şêwazeke lihevtêgihiştinê ku pêşniyara me ya herî baş û ya dawî ye.

Ka em bibînin gelo dê Îranî qebûl bikin yan na."

Pirsgirêka sereke: Çeka nukleer

Cîgirê Serokê Amerîkayê eşkere kir ku nakokiya sereke li ser pirsa çeka nukleer e.

Her çend Îran tekez dike ku ew ne li pey bombeya nukleerî ye jî, Amerîka û Îsraîlê di wî şerê ku 28ê Sibatê dest pê kirine de û her wiha sala borî jî, saziyên hestyar ên Îranê bombebaran kirin.

JD Vance wiha axivî:

"Rastiya sade ew e ku pêwîst e em sozeke piştrast bibînin ku ew ne li pey çeka nukleer in û her wiha ne li pey wan amûran e jî ku şiyanê didin wan ku bi lez bibin xwediyê çeka nukleerî."

Vance ji pirsek Tehranê kir û got:

"Pirsa sade ev e; gelo em dê pêbendbûneke bingehîn a Îraniyan bibînin ji bo ku çeka nukleerî çênekin, ne tenê niha û ne tenê ji bo du salên bê, ji bo demeke dirêj?"

Vance bi xwe bersiva xwe da û anî ziman, "Heta niha me ew yek nedîtiye lê em hêvîdar in ku bibînin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst