Îran: Dîplomasî ji bo me dewama cîhada pîroz e

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îran Amerîka Agirbest Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îsmaîl Beqayî li ser dan û standinên 21 saetan ên li gel şandeya Amerîkayê ya li Îslamabadê daxuyanî dan.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî ev dîplomasî wekî "dewama cîhada pîroz" pênase kir û mercên xwe yên li ser maseyê rêz kirin.

Piştî "Hevdîtinên li Îslamabadê" yên ku bi navbeynkariya Pakistanê bi rê ve çûn, Beqayî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nirxandineke berfireh kir.

Wî tekezî li ser çareseriya pêvajoyê û xetên sor ên Îranê kir.

Beqayî diyar kir ku ji destê sibehê ve dan û standin bê rawestan didomin û gelek peyam û metn hatine pevguhertin.

Berdevk li ser rojeva sereke ya hevdîtinan wiha axivî:

"Di 24 demjimêrên dawî de; mijara Tengava Hurmizê, pirsgirêka nukleerî, tazmînata şer, rakirina cezayan û bidawîhatina temamî ya şerê li Îran û herêmê bi hemû aliyên xwe ve hatine gotûbêjkirin."

"Me bêwefaiya Amerîkayê ji bîr nekiriye"

Beqayî di axaftina xwe de rexneyên tund li Amerîka û Îsraîlê girtin û got:

"Me bêwefaiyên Amerîkayê ji bîr nekirine û em dê ji bîr nekin.

Em dê sûcên wan û rejîma Siyonîst ên di dema şerên ferzkirî de kirine efû nekin."

Beqayî destnîşan kir ku nûnerên Îranê ji bo parastina mafên gel hemû tecrube û agahiyên xwe bi kar anîne.

Beqayî diyar kir ku ew pêvajoya dan û standinan wekî beşeke parastina leşkerî dibînin û anî ziman:

"Dîplomasî ji bo me dewama cîhada pîroz e ku parêzvanên welat bi rê ve dibin.

Îran biryardar e ku ji bo parastina berjewendiyên xwe yên neteweyî dîplomasî jî di nav de hemû amûran bi kar bîne."

Mercê serkeftinê: "Dûrketina ji daxwazên zêde"

Piştî ku dan û standin bêyî peymanekê bi dawî bûn, Beqayî li ser paşeroja pêvajoyê jî peyivî.

Wî şansê serkeftinê bi van mercan ve girê da:

"Serkeftina vê pêvajoya dîplomatîk; bi cidîbûn û niyeta baş a aliyê din, dûrketina ji daxwazên zêde û neyasayî û qebûlkirina mafên rewa yên Îranê ve girêdayî ye."

Beqayî di dawiya daxuyaniya xwe de spasiya hikûmet û gelê Pakistanê kir ku mazûvaniya dan û standinan û navbeynkariyê kirine.

Beqayî peyam da ku deriyê diyalogê yê Tehranê vekirî ye lê ew dê ji mercên xwe ti tawîzan nedin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst