کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Li Şaredariya Chicagoyê Newroz hat pîrozkirin / Wêne: Hatîce Aktay

Li Şaredariya Chicagoyê Newroz hat pîrozkirin / Wêne: Hatîce Aktay

Cîhan

Li Şaredariya Chicagoyê Newroz hat pîrozkirin

RÛDAW

RÛDAW

12-04-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW12-04-2026

Nûçeyên Têkildar

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir
Cîhan18-11-2026

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir
Cîhan18-11-2026

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev
Cîhan18-11-2026

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Chicagoyê yê Amerîkayê, merasîma kevneşopî ya Newrozê ya ku ji aliyê Ofîsa Tevlîbûna Civakî ya Şaredariyê (MOCE) ve hatibû amadekirin, li Pirtûkxaneya Harold Washingtonê hat lidarxistin.

Ev cara duyem e ku ev çalakî tê lidarxistin û êdî bûye kevneşopiyek.

Şaredarê Chicagoyê Brandon Johnson bi xwe beşdarî merasîmê bû û bal kişand ser cihêrengiya çandî ya bajêr û giringiya Newrozê.

Peyama yekîtiyê ya Şaredar Johnson

Şaredar Johnson di pîrozbahiyê de axaftinek kir û diyar kir ku avahiya pirçandî ya Chicagoyê dewlemendiya herî mezin a bajêr e.

Johnson anî zimên ku Newroz nîşaneya nûbûn, aştî û mizgîniya hatina biharê ye.

Wî destnîşan kir ku ev yek ji bo paşeroja Chicagoyê jî dibe îlham û vîna jiyana bihevrebûnê ya çandên cuda bajar xurttir dike.

#VÎDEO - Şaredariya Chicagoyê li Pirtûkxaneya Harold Washingtonê bi beşdariyeke berfireh resepsiyona Newrozê li dar xist

🔥 Ev çalakî ji aliyê Ofîsa Beşdariya Civakî ya Şaredariya Chicagoyê (MOCE) ve hat organîzekirin

📹 Hatîce Aktayê ji Rûdawê re şand pic.twitter.com/7H4vkTsKWc

— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 12, 2026

Beşdariya civaka Kurd a li Chicagoyê

Berpirsên Navenda Çanda Kurdan (Kurdish Cultural Center) ku wekî mêvan beşdarî pîrozbahiyê bûn, axaftinek pêşkêş kir.

Nûnerên Kurdan behsa dîroka kûr a Newrozê ya di çanda Kurdan de û wateya wê ya wekî semboleke niştimanî kir.

Wan her wiha behsa xizmetên civaka Kurd a li Chicagoyê yên di warê jiyana bajêr, aborî û çandî de kir.

Merasîma ku nûnerên civakên cuda yên Chicagoyê anîn cem hev, bi peyamên yekîtî û biratiyê bi dawî bû.

#WÊNE - Resepsiyona Newrozê ya Şaredariya Chicagoyê ya ku bûye kevneşopî, 9ê Nîsanê li Pirtûkxaneya Harold Washingtonê hat sazkirin

🔥 Resepsiyon ji aliyê Ofîsa Beşdariya Civakî ya Şaredariya Chicagoyê (MOCE) ve hat organîzekirin

📸 Hatîce Aktayê ji Rûdawê re şandin pic.twitter.com/ciuooEdLdE

Pirsên