Hilbijartinên çarenivîssaz ên li Macaristanê: Orban an Magyar?

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Macaristan Victor Orban Peter Magyar Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Macaristanê xelk ji bo hilbijartinên giştî yên ku dê 199 parlamenter werin diyarkirin diçe ser sindoqan.

Dengdanê bi dema herêmî saet 06:00an dest pê kir.

Di hilbijartinan de xelk du dengan bi kar tîne; yek ji bo namzedên herêma xwe û ya din jî ji bo lîsteyên partiyan e.

Di çarçoveya pergala hilbijartinê de ji 199 kursiyên Parlamentoya Macaristanê 106 kursî li gorî namzedên ku li herêmên teng herî zêde deng standine tên dabeşkirin.

93 kursî jî li gorî lîsteyên partiyan tên parvekirin.

Di hilbijartinên giştî de Partiya Yekîtiya Welatiyên Macar (Fidesz) a di bin serokatiya Serokwezîr Viktor Orban de ku 16 sal in li ser desthilatê ye û Partiya Rêz û Azadiyê (Tisza) ya di bin serokatiya Peter Magyar de hevrikiyê dikin.

Rapirsî partiya Tisza li pêş nîşan didin

Piraniya rapirsiyan nîşan didin ku di hevrikiyê de Tiszaya di bin serokatiya Magyar de li pêş e.

Lê belê rêjeya zêde ya dengdêrên bêbiryar nîşan dide ku encam hîn ne diyar in.

Ji bo ku partî karibin bikevin parlamentoyê divê di lîsteya neteweyî de herî kêm ji sedî 5ê dengan bistînin.

Heger du partî bi lîsteyeke hevbeş bikevin hilbijartinê ev rêje dibe ji sedî 10 û ji bo sê partî an jî zêdetir dibe ji sedî 15.

Li gorî encamên hilbijartinê, ew partî yan jî lîsteya ku bigihêje herî kêm 100 parlamenteran dê karibe hikûmetê ava bike.

Welatiyên ku li derveyî welêt dijîn û navnîşana wan ne li Macaristanê ye tenê dikarin ji bo lîsteyên partiyan deng bidin.

Lê dengdêrên li welêt dijîn dikarin hem ji bo namzedên herêma xwe û hem jî ji bo lîsteyên neteweyî deng bidin.

Karê dengdanê dê heta saet 19:00an a bi dema herêmî bidome.

Tê pêşbînîkirin ku piştî temamkirina dengdanê encamên ewil werin eşkerekirin.

Tê diyarkirin ku encam dê ne tenê ji bo siyaseta navxwe her wiha ji bo hevsengiyên siyasî yên Yekîtiya Ewropayê jî diyarker bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst