RÛSYA - Xiristiyanên Ortodoks amadehiya Cejna Paskalyayê dikin

3 demjimêr berê
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Xiristiyanên Ortodoks amadehiya Cejna Paskalyayê dikin / Wêne: Rûdaw Grafîk
Xiristiyanên Ortodoks amadehiya Cejna Paskalyayê dikin / Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Cejna Paskalyayê Xiristiyan Rûsya
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Şemiya Mezin, roja berî cejna sereke ya Xiristiyanan e. Ev roja Rabûn ango Vejîna Îsa Mesîh e ku bi navê Cejna Paskalyayê tê naskirin.

Li hinek deverên Kurdistanê ji vê cejna Xiristiyanan re dibêjin Cejna Hêkesor.

Ev nav dişibe Çarşema Sor a Newrozê ya Kurdan.

Xiristiyan jî di Cejna Paskalyayê de wekî Kurdan kulîçeyan çêdikin û hêkan sor dikin.

Bawermenda Ortodoks Kseniya Petrovayê li ser amadehiyan got:

"Em tên dêrê da ku kulîçe û hêkên xwe bidin pîrozkirin.

Em dê sibe sifreya Cejna Paskalyayê raxin û van kulîçe û hêkên pîrozkirî deynin ser sifreyê.

Ev nêrîta me ya Ortodoksan e."

Beriya pîrozkirina Cejna Paskalyayê, bawermendên Ortodoks Rojiya Mezin digirin ku zêdetirî 50 rojan didome lê belê li gorî amaran, îro tenê ji sedî 15ê Rûsên Ortodoks Rojiya Mezin digirin.

Xwendekara zanîngehê Anastasia Kulaginayê li ser rojiyê anî ziman:

"Li gorî nêrîtê pêwîst e hemû bawermend Rojiya Mezin bigirin.

Di wê demê de em xwe ji hinek cureyên xwirekan diparêzin.

Gelek bawermend parêzê digirin lê ew girêdayî mirovan e. Ew êdî tercîha wî ye."

Kevneşopiyên malbatî tên parastin

Endezyar Aleksandr Suxarev jî diyar kir ku Rojiya Mezin bi dawî dibe û da zanîn:

"Em dê sibe sifreya cejnê raxin û van kulîçe û hêkan jî deynin ser.

50 roj di hinek mercan de zehmet e lê min hewl da ku ez ji hinek xwirekan parêzê bigirim."

Rojîgirtin zehmet be jî kevneşopiyên malbatî yên wekî boyaxkirina hêkan, pêtina kulîçeyan û raxistina sifreya malbatî di nav Rûsan de bi berfirehî tên parastin.

Bawermenda Ortodoks a ji Ukraynayê Nadejda Vasilyevnayê jî daxwaza aştiyê kir û da zanîn:

"Ez bi dilekî şa hatime da ku li gorî nêrîtên me yên Xiristiyaniyê kulîçeya xwe bidim pîrozkirin.

Ez duayan dikim ku li tevahiya cîhanê aştî û aramî hebe.

Ez dixwazim aştî hebe û hemû kes sax û tendurist bin, malbata min jî di nav de.

Ez ji we hemûyan hez dikim. Dilê min ji bo her kesî dişewite. Ji bo her kesî aştî, aştî û aştî."

Ayîna Paskalyayê ya ku êvara Şemiya Mezin di hemû dêran de dest pê dike, tevahiya roja Yekşemê berdewam dike lê belê di nav bawermendan de pîrozbahiya Rabûna Îsa Mesîh 40 rojan didome.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst