Hewlêr (Rûdaw) - Li Macaristanê Viktor Orban piştî 16 salan desthilatdarî ji dest da.
Xelkê Macaristanê ji bo yek ji hilbijartinên herî krîtîk ên dîroka welêt çû ser sindoqan.
Li gorî encamên destpêkê, Viktor Orbanê ku ji aliyê Donald Trump ve dihat piştgirîkirin, piştî 16 salan desthilatdariya xwe ji dest da.
Serokwezîrê nû yê Macaristanê dê Peter Magyar be.
Li gorî nûçeya DWyê, dema ku ji sedî 50yî dengan hatibû hejmartin, serokê 45 salî yê Partiya Tiszayê Peter Magyar, nêzîkî kursiyê serokwezîriyê bûye.
Heta saet 22:30an, pêşbînî nîşan didin ku ji 199 kursiyên parlamentoyê Tisza dê 136 û partiya Orban, Fidesz jî dê 56 kursiyan bi dest bixe.
Ji bo ku piraniya kursiyan bê bidestxistin û guhertinên girîng ên yasayî bên kirin, pêwîstî bi 133 kursiyan heye.
Li gorî rapirsiyên dawî yên beriya dengdanê, dihat pêşbînîkirin ku Tisza dê di navbera ji sedî 55 û 57ê dengan bi dest bixe.
Piştî ragihandina encamên destpêkê, Magyar li ser hesabê xwe yê Facebookê got, "Spas Macaristan."
Kovara Spiegel a Almanyayê jî ragihand ku Orban têkçûna xwe qebûl kiriye û bi rêya telefonê serkeftina Magyar pîroz kiriye.
Beşdariya rekorî
Ev hilbijartin wekî qedera welêt dihat dîtin û bi vê yekê re dawî li serdema Orban hat.
Rêjeya beşdariya di hilbijartinê de jî di asteke rekor de bû.
Nîv saet beriya daxistina sindoqan, ji sedî 77ê nêzîkî 8 milyon hilbijêran dengê xwe dabû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse