Almanyayê di salekê de rê li ber 35 hezar koçberên qeçax girt

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Almanya Sînor Koçber Qaçax
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Almanyayê di heyema salekê bi kontrolên tund ên li ser sînoran rê li ber 35 hezar kesan hatiye girtin û ew hatine vegerandin.

Rayedarên polîsan diyar kir ku di heman demê de zêdetirî 47 hezar caran hewl hatiye dayîn ku sînorê welêt bi awayekî qeçax bê derbaskirin.

Li ser kontrolên tund ên sînoran ên ku ev salek e li Almanyayê tên kirin, amarên nû hatin belavkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Almanyayê Alexander Dobrindt par dema dest bi kar kir, ew kontrol zêde kiribûn.

Armanca sereke ya vê pêngavê, kêmkirina derbasbûna qeçax a koçberan û têkoşîna li dijî bazirganiya mirovan e.

Zêdetirî hezar û 400 qeçaxçî hatin desteserkirin

Li gorî amarên Wezareta Karên Navxwe ya Federal a Almanyayê, ji Gulana 2025an ve nêzîkî 35 hezar kes li ser xeta sînor an jî di dema derbasbûna qeçax de hatine sekinandin û vegerandin.

Polîsan di vê demê de zêdetirî 47 hezar hewlên derbasbûna qeçax qeyd kirine.

Di dema van kontrolan de hezar û 415 qeçaxçiyên mirovan hatine desteserkirin.

Her wiha 8 hezar û 842 kesên ku biryara girtina wan hebû, hatin girtin û radestî dadgehan hatin kirin.

Hêzên Polîsên Federal ên ku ewlehiya sînoran diparêzin, her wiha navên hezar û 581 kesên radîkal jî qeyd kirine.

Hikûmeta Almanyayê dibêje ku ev encam nîşan didin ku kontrolên wan ên li dijî torên sûcan bi bandor in.

Mercên daxwaza penaberiyê girantir bûne

Almanyayê niha mercên daxwaza penaberiyê jî girantir kirine.

Li gorî rêzikên nû, tenê daxwazên kesên nexweş, jinên ducanî yan jî yên ku pêwîstiya wan bi parastineke taybet heye hatine qebûlkirin.

Daxwazên din yekser li ser sînor hatine redkirin.

Daxwazên penaberiyê kêm dibin

Meha nîsanê, hejmara daxwazên penaberiyê yên li Almanyayê li gorî par cara yekem kêm bûye.

Ev yek li gorî rewşa giştî ya Ewropayê jî wisa ye.

Almanya li bendê ye ku bi pergala nû ya penaberiyê ya Yekîtiya Ewropayê re di dema bê de kontrolên sînoran hêdî hêdî rake ku dê 12ê Hezîrana 2026an dest pê bike.

Di rewşên asayî de, li welatên herêma Schengenê kontrolên sînoran nayên kirin.

Lê Almanya ji ber zêdebûna koçberiya qeçax, ev çend sal bûn ku ev rêbaz bi awayekî demkî bi cih dianî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst