Navenda Nûçeyan – Civata Ewlekariyê ya Neteweyên Yekgirtî (NY) projeyasaya derbarê gemaroya gaza sirûştî û tekstîlê ya li hember Koreya Bakûr erê kir.
Civata Ewlekariyê ya NY, ji ber berdewamkirina ceribandina mûşekên nûkleerî, li hember Koreya Bakûr biryareke tundtir da.
Koreya Bakûr di 3ê Îlonê de şeşemîn ceribandina xwe ya nûkleerî pêk anî bû û vê carê bombeya hîdrojenî ceribandibû. Vê yekê li seranserê cîhanê rê ji nîgeranî û nerazîbûnan re vekiribû.
Li ser vê yekê, Amerîkayê li dijî rêveberiya Pyongyangê projeyasayeke nû ya gemaroya aborî pêşkeşî Civata Ewlekariyê ya NY kir.
Civata Ewlekariyê ya NY jî bi dengê 15 welatan ev projeyasa qebûl kir. Bi vî awayî, ji sala 2006ê ve, ev nehemîn car e Civata Ewlekariyê ya NY li dijî Koreya Bakûr biryara şidandina gemaroyan dide.
Biryara nû çi ye?
Li gorî biryara nû dê hawirdekirina berhemên petrolê ya Koreya Bakûr werin sînordarkirin. Di 3 mehên îsal de dê Koreya Bakûr tenê 500 hezar bermîl û di seranserê sala 2018ê jî tenê 2 milyon bermîl petrolê hawirde bike.
Bi vî biryarî ji sedî 30ê rêjeya hawirdekirina petrola Koreya Bakûr tê astengkirin.
Civata Ewlekariyê ya NY bi biryara nû, firotina gaza sirûştî ya Koreya Bakûr jî qedexe kir.
Herwiha, yek ji dahata herî bi hêz a Koreya Bakûr tekstîl û qumaş e. Ev welat salane nêzîkî 760 milyon dolar tekstîlê hawirde dike.
Li gel tekstîlê, hawirdekirina komir û berhemên deryayî yên Koreya Bakûr jî hatine qedexekirin, ku ev jî dike 2,7 milyar dolar.
Herwiha, li welatên cîhanê nêzîkî 100 hezar karkerên ji Koreya Bakûr kar dikin. Li gorî biryara nû dê destûra kar a van karkeran nayê nûkirin.
Rêveberiya Kim Jong-un ji bo anîna dovîzan ev 100 hezar karker şandine welatên cîhanê, ku salane dahata wan a dovîzê dike 500 milyon dolar.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse