Trump bangî xwenîşanderên Îranê kir: Dest deynin ser saziyên xwe

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Îran Bang Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump piştgiriya xwe ya ji bo xwenîşandanên li Îranê ducare kir û bangî xwenîşanderan kir ku dest deynin ser saziyên dewletê.

Donald Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyameke tund a bi sernavê "Niştimanperwerên Îranî" belav kir.

Trump di peyama xwe de bal kişand ser berdewamiya xwenîşandanan û got, "Xwenîşandanên xwe bidomînin û dest deynin ser saziyên xwe."

"Dê bedeleke giran bidin"

Serokê Amerîkayê gef li wan berpirs û hêzên ewlehiyê xwar ku li hemberî xwenîşanderan tundiyê bi kar tînin û wiha pê de çû:

"Navên kujer û yên ku îstîsmarê dikin (şkencekar) tomar bikin. Ew dê bedeleke giran bidin."

Hevdîtinên bi rayedarên Îranî re hatin betalkirin

Trump her wiha ragihand ku ji ber kuştina xwenîşanderan, wî hemû pêwendiyên fermî yên li gel Tehranê rawestandine û wiha pê de çû:

"Heta ku kuştina bêwate ya xwenîşanderan raweste, min hemû hevdîtinên bi rayedarên Îranî re betal kirine."

Donald Trump di dawiya peyama xwe de bi gotina "Alîkarî di rê de ye" peyameke hêviyê da xwenîşanderan û slogana "MIGA" (Make Iran Great Again - Îranê Ducare Mezin Bike) bi kar anî.

Ev daxuyaniya Trump di demekê de tê ku li gelek bajarên Îranê xwenîşandanên li dijî hikûmetê gurtir bûne û raportên derbarê kuştin û birîndarbûna hejmareke zêde ya xwenîşanderan belav dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst