Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump gefeke nû li Îranê xwar û got, “Ka binêrin dê îro çi were serê wan tiredînên pîs.”
Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û gefên xwe yên li ser Îranê ducare kirin.
Serokê Amerîkayê diyar kir ku hêzên Îranê yên deryayî û asmanî hatine tunekirin û anî zimên ku îmhakirina mûşek û dronên Tehranê didome.
"Çekên me yên bêhempa hene"
Trump destnîşan kir ku dema wan pir e û muhîmatên wan jî bê sînor in û got:
“Hêzeke me ya çekdar a bêhempa heye, muhîmatên me bê sînor in û dema me ya pir heye. Ka binêrin dê îro çi were serê wan tiredînên pîs.”
Trump destnîşan kir ku Îranê 47 sal in li seranserê cîhanê mirovên bêguneh kuştine û ew niha heyfa wan dihilîne.
Trump ji bo kuştina serkirdeyên Îranî got ku ew bi vê yekê "şerefeke mezin" hîs dike.
Li ser Mucteba Xamineyî axivî
Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevpeyvîneke xwe ya bi Fox Newsê re ku hîn hemû nehatiye weşandin, behsa Rêberê nû yê Îranê Mucteba Xamineyî jî kir.
Trump da zanîn ku ew bawer dike ku Mucteba Xamineyî sax e û pê de çû:
“Ez bawer dikim ku birîndar bûye lê belê dibe ku bi awayekî sax be.”
"Hêza deryayî ya Îranê nemaye"
Trump bal kişand ser keştiyên ku dixwazin di Tengava Hurmizê re derbas bibin û got ku nabe ew bitirsin.
Trump anî zimên ku hêza deryayî ya Îranê nemaye û wan hemû keştiyên wan noqî avê kirine.
Divê were bibîranîn ku Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî berê li ser rewşa Mucteba Xamineyî gotibû, “Birîndar e lê baş e.”
Êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê
Îsraîl û Amerîkayê 28ê Sibatê êrişeke leşkerî bir ser Îranê.
Îranê jî li hemberî vê yekê dest bi êrişên bersivdayînê kir.
Îranê ji bilî Îsraîlê, êrişî baregehên Amerîkayê yên li Qeter, Îmarat û Behreynê û hinek welatên din ên herêmê kir.
Di êrişên Amerîka û Îsraîlê de Rêberê Îranê Elî Xamineyî û gelek berpirsên pilebilind hatin kuştin.
Li gorî berpirsên Îranî, di êrişên Amerîka û Îsraîlê de hejmara kuştiyan ji hezar û 348an derbas bûye û hejmara birîndaran jî zêdetirî 17 hezaran e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse