Li Almanyayê zarokekî Kurd hat kuştin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Alman Yeşiller Partisi Parlamenteri Lamya Kaddor Ehmed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zarokekî Kurd ê ji Herêma Kurdistanê, li bajarê Eckernfordeyê yê Almanyayê bi derbên kêran hat kuştin.

Li bajarê Eckernfordeyê zarokekî Kurd ê 15 salî di êrişkê de bi giranî birîndar bû.

Tîmên tenduristiyê ew zarok bir nexweşxaneyê lê tevî hemû hewldanan mi.

Polîsan ragihand ku gumanbar ji cihê bûyerê reviyane.

Bûyer şeva çarşemê li otoparka marketekê rû da.

 Ev market li bajarê Eckernfordeyê yê nêzîkî Kielê li eyaleta Schleswig-Holsteinê ye.

Li gorî zanyariyên ku gihiştine Rûdawê, navê wî zarokî Ehmed e û 15 salî ye.

Ehmed ji Herêma Kurdistanê ye.

Wî bi çend kesan re nîqaş kiriye û paşê ji aliyê wan kesan ve bi kêran hatiye birîndarkirin.

Polîsan ew 3 kîlometreyan dûr dît

Li gorî medyaya Almanyayê, Ehmed piştî ku birîndar bûye ji cihê bûyerê çûye.

Polîsan ew bi qasî 3 kîlometreyan dûrî cihê bûyerê dîtiye.

Tîmên tenduristiyê zarokê Kurd yekser rakirin nexweşxaneyê lê belê tevî hemû hewldanên bijîşkan jî mir.

"Wekî penaber dijiyan"

Aktîvîstê Kurd ê li Ewropayê Renc Pişderî ji Rûdawê re got, “Ehmed ji Herêma Kurdistanê bû û bi malbata xwe re wekî penaber li Almanyayê dijiya."

Polîsan diyar kir ku gumanbar bi otomobîlekê ji cihê bûyerê reviyane û çûne cihekî nediyar.

Heta niha sedema şer û nasnameya êrişkaran nehatine eşkerekirin.

Lêpirsîna polîsan a li ser bûyerê didome.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst