Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê encamên şerê li dijî Îranê geşbîniyeke zêde nîşan da û got, “Îran li ber têkçûnê ye û li wî welatî kes nemaye ku biryara teslîmbûnê bide.”
Di heman demê de wî hişyarî da Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer ku alîkariyên wî "gelekî dereng in".
Medyaya Amerîkayê îro ji zarê sê çavkaniyên agahdar hûrgiliyên civîneke onlinê ya serkirdeyên welatên G7ê belav kirin.
Ew civîn roja çarşemê hatibû lidarxistin.
Li gorî agahiyan, Donald Trump bi encamên operasyona "Xezeba Destanî" pesnê xwe daye.
Trump gotiye, "Min hemû kes ji wê penceşêra ku gef li cîhanê dixwar rizgar kir."
"Kes nîne teslîmbûnê ragihîne"
Trump di wê civînê de gotiye ku Îran ew qasî lawaz bûye ku ti berpirsên pilebilind li Tehranê nemaye da ku biryara teslîmbûnê îmze bike û wiha domandiye:
"Kes nizane niha kî rêber e, lewma kes nîne ku teslîmbûnê ragihîne."
Ev daxuyaniyên Trump di demekê de ne ku tenê 24 demjimêran piştî wê civînê, Rêberê nû yê Îranê Mucteba Xamineyî di peyama xwe ya ewil de sond xwar û wî got ku ew dê tola "şehîdan" hilînin.
Her wiha Xamineyî dabû zanîn ku li wan cihên ku dijmin lê lawaz e, ew dê bereyên nû yên şer li dijî berjewendiyên Amerîkayê vekin.
Tengava Hurmizê û bihayê petrolê
Serkirdeyên G7ê derbarê rewşa aborî û Tengava Hurmizê dilgiraniya xwe ya kûr nîşan da.
Ew ji ber wê yekê dilgiran in ku ji ber şer bihayê petrolê bi ser 100 dolaran ketiye.
Lê belê Trump hewl daye rewşê asayî nîşan bide û gotiye, "Rewşa Hurmizê ber bi başbûnê ve diçe."
Ev yek jî di demekê de ye ku heman şevê li peravên Îraqê agir bi du tankerên petrolê ket.
Her wiha ji roja duyem a şer ve tengav ji aliyê Tehranê ve girtî maye.
Trump tinazên xwe bi Starmer kir
Yek ji kêliyên herî aloz ên civînê ew bû ku Trump tinazên xwe bi Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer kir.
Starmer destpêkê rê nedabû ku Amerîka baregehên welatê wî ji bo êrişên li ser Îranê bi kar bîne lê paşê poşman bûbû.
Piştî vê yekê Trump ji wî re gotiye, "Diviyabû te beriya şer ev pêşniyar bikira.
Niha gelekî dereng e û pêwîstiya me bi alîkariya te nîne."
Dilgiraniya li ser Rûsyayê
Di heman demê de serkirdeyên Fransa, Almanya û Brîtanyayê hişyarî da Washingtonê.
Wan xwest ku Amerîka rê nede Rûsyayê da ku ji bihabûna petrolê sûdê wergire.
Ev dilgiranî piştî wê yekê hatin holê ku Washingtonê ji bo aramiya bazarê, derbarê cezayên li ser petrola Rûsyayê biryara hêsankariyeke demkî da.
Vê yekê di nav welatên Ewropayê de guman çêkiriye.
Ewropî difikirin ku dibe peymaneke veşartî di navbera tîma Trump û Moskowê de hebe.
Trump derbarê bidawîhatina şer de jî ti dem nîşan nedaye û wî tenê ev yek tekez kiriye:
"Divê em vî karî temam bikin da ku em pênc salên din careke din neçar nemînin bi Îranê re bikevin nav şer."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse