Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Şer Amerîkayê Pete Hegseth ragihand ku ji destpêka şerê li dijî Îranê ve, hêzên Amerîka û Îsraîlê li nav axa wî welatî zêdetirî 15 hezar armanc pêk anîne.
Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth amaje bi wê yekê jî kir ku dibe Mucteba Xamineyiyê rêberê nû yê Komara Îslamî ya Îranê di êrişan de birîndar bûye.
Gurbûna êrişan û têkçûna şiyana mûşekî
Pete Hegseth di civîneke rojnamegeriyê de destnîşan kir ku hêzên asmanî yên Amerîka û Îsraîlê rojane zêdetirî hezar armancan pêk tîne.
Hegseth her wiha got, roja îniyê ji destpêka operasyonê ve êrişên herî zêde hatine kirin.
Wezîrê Şer yê Amerîkayê diyar kir ku şiyana bersivdana mûşekî ya Îranê ji sedî 90 û şiyana dronên bombebarkirî jî ji sedî 95 kêm bûye.
Ev yek jî piştî wê tê ku binesaziya mûşekan û platforma avêtina mûşekan û dronên wan hat têkbirin.
Birîndarbûna rêberê nû yê Komara Îslamî ya Îranê
Pete Hegseth di beşeke din a axaftina xwe de îdia kir ku rêberê nû yê Komara Îslamî ya Îranê Mucteba Xamineyî di êrişan de birîndar bûye û dibe ku rûyê wî têk çûye.
Mucteba Xamineyî piştî kuştina bavê xwe Elî Xamineyî heta niha derneketiye pêşberî xelkê û tenê peyameke nivîskî belav kiriye.
Aloziyên li Tengava Hurmizê
Serokê Sererkaniya Hevpar a Amerîkayê Dan jî ragihand ku Tengava Hurmizê "ji aliyê taktîkî ve jîngeheke aloz e.”
Dan Cain amaje bi zehmetiya bicihanîna planên parastina keştiyan a bi silametî ya di wê rêya avî ya stratejîk de kir.
Wî fermandarî derbarê rewşa herêmê got:
"Ev der ji aliyê taktîkî ve jîngeheke aloz e. Beriya ku em bifikirin tiştekî bi awayekî berfireh di wir re derbas bikin, em dixwazin piştrast bin ku em karên xwe li gorî armancên xwe yên leşkerî yên niha dikin."
Di konferansê de hat pirsîn bê ka plana guncav a îdareya Trump ji bo egera girtina wê rêya avî ji aliyê Îranê ve heye yan na.
Divê were gotin ku yek ji pênca bazirganiya petrola xav a cîhanê di wê tengavê re derbas dibe.
Pete Hegseth bi "belê" bersiv da lê ti hûrgilî neda.
Wezîrê Şer yê Amerîkayê her wiha got, "Em nêzîkî armancên xwe dibin."
Lêpirsîna li ser êrişa dijî dibistaneke Îranê
Pete Hegseth derbarê êrişa li ser dibistaneke seretayî ya li Îranê jî ragihand ku lêpirsîneke hûr bi serokatiya generalekî derveyî Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) dest pê kiriye.
Hegseth da zanîn ku ji bo eşkerekirina rastiyên derbarê wê bûyerê dê lêpirsîn "heta dema pêwîst" bidome.
Tehran, Amerîka û Îsraîlê bi êrişkirina dibistanê tohmetbar dike.
Li gorî medyaya Îranê di wê êrişê de zarok jî di nav de herî kêm 165 kes mirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse