Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku her 6 karmendên balafira sotemeniyê ya Amerîkî canê xwe ji dest da.
Balafireke artêşa Amerîkayê ya cureyê KC-135ê ku taybet ji bo sotemenîdayîna li asmanan e, li nav axa Îraqê ketibû xwarê.
CENTCOMê ragihand ku ku hemû tîma balafira sotemeniyê canê xwe ji dest daye.
Li gorî daxuyaniya CENTCOMê, balafir 12ê Adarê di dema firîna di çarçoveya operasyona "Xezeba Destanî" de têk çûye û ketiye xwarê.
Sedem nehat diyarkirin
Lêkolîna li ser sedem û rewşa bûyerê berdewam dike.
Lê artêşa Amerîkayê ragihandiye ku têkçûna balafirê ne ji ber guleyên dijmin û ne jî ji ber guleyên bi şaşî yên hêzên dost bûye.
CENTCOMê her wiha da zanîn ku nasnameya wan leşkerên canê xwe ji dest daye, heta derbasbûna 24 saetan di ser agahdarkirina malbatên wan re dê parastî bimîne û nayê eşkerekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse