Plana nû ya Amerîkayê çi ye? Trump eşkere dike

1 demjimêr berê
Nîşan Donald Trump Steve Witkoff Îran Amerîka Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku di vê demê de armanca wan ne kontrolkirina uranyûma Îranê ya meyandî ye.

Serokl Amerîkayê diyar kir ku bala wan a sereke têkbirina mûşek û dronên wî welatî ne.

Trump her wiha eşkere kir ku dê şer di wê demê de bi dawî bibe ku ew bi xwe "ji hundir ve" hest bi dema bidawîhatina wê bike.

Donald Trump di bernameyeke radyoyê ya kanala Fox Newsê de axivî.

Serokê Amerîkayê ragihand ku Amerîka niha bala xwe nade ser kontrolkirina uranyûma Îranê ya hatiye meyandin lê amaje pê kir ku dibe ku di qonaxekê de ew wê yekê jî bikin.

Ev peyama Donald Trump di demekê de ye ku Nûnerê taybet ê Amerîkayê yê Rojhilata Navîn Stev Wittkoff jî li ser şerê Îranê axivî.

Wittkoff di hevpeyvîna xwe ya di bernameya "Hannity" ya Fox Newsê de behsa dan û standinên atomî yên dawîn ên di navbera Îran û Amerîkayê kir.

Wittkoff eşkere kir ku dîplomatên Îranê li wê yekê mikur hatine ku nêzîkî 460 kîlogram uranyûma wan a hatiye meyandin heye.

Rêjeya wê uranyûmê ji sedî 60 e. Ew dikarin di nava hefteyekê heta 10 rojan de wê bigihînin wê astê ku ji bo çêkirina çekên atomî tê bikaranîn.

Dema rojnamegeran ji Trump pirsîn "Gelo ji bo kontrolkirina wê uranyûmê plana operasyonekê heye?" Trump bersiv got, "Na, bi ti awayî nîne. Em bala xwe nadin ser wê yekê lê belkî di qonaxekê din de em wê yekê jî bikin."

Serokê Amerîkayê di berdewamiyê jî de got, "Di vê demê de bala me li ser wê yekê ye ku em mûşek û dronên wan bi temamî têk bibin."

Serokê Amerîkayê ti dema diyarkirî ji bo bidawîhatina şerê Îranê diyar nekir.

Trump got, şer dê di demê de bi dawî bibe ku ew bi xwe "ji hundir ve" hest bi dema bidawîkirina şer bike.

Trump di wê baweriyê nebû ku şer "gelekî bidome" lê wî got, tenê ew bi xwe dizane kengî bi dawî bibe.

Îdareya Trump berê peyamên nakok derbarê dema şer de dabûn. Hinek berpirsan digot dibe ku şer çend rojan bidome.

Hin berpirsan jî amaje bi çend mehan dikir.

"Cebilxaneya Amerîkayê naqede"

Trump her wiha îro got, ew li bendê ye ku şer zû bi dawî bibe lê eger pêwîst bike, wê heta demeke nediyar bidome.

Trump raporên derbarê kêmbûna teqemeniyên Amerîkayê jî red kirin.

Trump got, "Ew teknolojî û çekên ku li cem me hene li cem ti kesî nînin. Em gelekî li pêş planên xwe ne."

Serokê Amerîkayê diyar kir ku cebilxaneyên wan ên bê sînor hene û Artêşa Amerîkayê dikare vî şerî bidomîne.

Trump biryara bidawîkirina şer bi biryara xwe ya şexsî ve girêda.

Serokê Amerîkayê got ku ew şêwirdariyê bi berpirsên xwe yên payebilind re dike.

Di nava wan berpirsan de Wezîrê Şer Pete Hegseth, Wezîrê Karên Dercve Marco Rubio hene.

Donald Trump behsa Rêberê nû yê Komara Îslamî ya Îranê Mucteba Xamineyî jî kir û got

"Ez di wê baweriyê de me ku zerer dîtiye lê belkî bi awayekî zindî be."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst