Trump: Di mijara Tengava Hurmizê de dê çend tiştên baş biqewimin

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Amerîka Tengava Hurmizê Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê rexne li Îranê girt ku di vekirina Tengava Hurmizê de "rastgo nebûye" lê got, "Di mijara Tengava Hurmizê de dê çend tiştên baş biqewimin."

Donald Trump dema ji eyaleta Floridayê vedigeriya Washingtonê, ji rojnamegeran re ragihand ku welatên NATOyê amade nebûn ji bo vekirina Tengava Hurmizê alîkariya wan bikin.

Trump di berdewamiyê jî de got, "Niha dibêjin em amade ne lê êdî tu gef nemaye û pêdiviya me bi alîkariya wan nîne."

Serokê Amerîkayê her wiha di berdewamiyê jî de got, "Me hêza deryayî û piraniya keştiyên mayînçandinê yên Îranê rûxandine û şiyana wan a hilberîna mûşek û dronan nemaye."

Ev gotinên Serokê Amerîkayê piştî wê yekê hatin ku doh Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) di daxuyaniyekê de ragihand, ji saet 10:00ê sibehê bi dema Washingtonê ve ew Tengava Hurmizê dorpêç dikin.

Hejmarek berpirsên Amerîkayê jî ji Wall Street Journalê re gotine ku Amerîka li ser bijardeya êrişeke sînordar a li ser Îranê difikire.

Serokê Amerîkayê bal kişand ser helwesta hevalbendên xwe û got, "Rewşa Îranê gelekî xirab e; ez ji welatên endamên NATOyê gelekî dilgiran im. Di dema pêwîst de welatên endamên NATOyê alîkariya me nekir."

28ê Amerîka û Îsraîlê êrişî Îranê kir. Îranê jî bi mûşek û dronan bersiv da. Ji roja duyem a şer ve, Tehranê Tengava Hurmizê girt.

Piştî hefteyekê ji şer, Serokê Amerîkayê daxwaz ji welatên NATOyê kir ku di vekirina tengavê de alîkariya wan bikin lê ti welatek amade nebû di dema şer de hêza leşkerî ji bo wê mebestê bişîne.

Roja şemiyê li Îslamabadê dan û standinên şandeya Amerîkî û Îranî ji bo pirsa agirbest û rêkeftinê hatin kirin. Hîn ne zelal e ka dê careke din bicivin yan na.

Berpirsên Amerîkî "xetên sor" ên Trump ji bo her cure rêkeftineke paşerojê  diyar kirine ku ew ev in: Vekirina temam a Tengava Hurmuzê bêyî standina bac û pereyan ji keştiyan, dawîanîna bi dewlemendkirina uranyumê û hilweşandina navendên atomî, radestkirina uranyuma dewlemendkirî û birîna alîkariyên darayî yên ji bo komên wekî Hizbullah û Hûsiyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst