Trump: Dorpêça Tengava Hurmizê dest pê dike

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Amerîka Îran Tengava Hurmizê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump dibêje welatê wî dê dorpêçê deyne ser wan keştiyên ku hatûçûna benderên Îranê dikin.

Trump diyar kir ku dorpêç îro saet 10:00ê sibehê bi dema rojhilatê Amerîkayê (saet 17:00 bi dema Hewlêrê) dest pê dike.

Ev gotinên Trump piştî wê yekê hatin ku doh gera dan û standinên navbera Amerîka û Îranê ya bi navbeynkariya Pakistanê bi dawî hat û negihîştin rêkeftinê.

Di karvedana ewil de Trump ragihand ku hêza deryayî ya Amerîkayê dê yekser dest bi dorpêçkirina hemû wan keştiyan bike ku dixwazin têkevin nav Tengava Hurmizê yan jê derkevin.

Trump got ku Tehran bi rêya behsa "hebûna mînan" dixwaze bacê ji cîhanê bistîne.

Serokê Amerîkayê di posteke dirêj de ku li Truth Socialê nivîsiye got:

"Min ferman da hêza me ya deryayî ku rê li ber her keştiyekê bigirin ku bac daye Îranê.

Ti kes bi silametî derbas nabe eger bacê bide Îranê."

Her wiha tekez kir ku Amerîka dê dest bi jinavbirina wan mayînan bike ku Îranê di nav tengavê de çandine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst