Pekîn (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Çînê ji Rûdawê re ragihand ku parastina ewlehî û aramiya Tengava Hurmizê di berjewendiya hevbeş a civaka navneteweyî de ye.
Wezaretê her wiha tekez kir ku ji bo asayîbûna çûn û hatina deryayî, tenê çare ragihandina agirbesteke demildest e.
Helwesta Çînê ya li hemberî daxuyaniya Trump
Serokê Amerîkayê Donald Trump berê pêşniyar kiribû ku welatê wî dikare kontrola Tengava Hurmizê bixe destê xwe.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê Mao Ning piştî van gotinan li ser mijarê axivî.
Berdevkê wezaretê amaje pê kir ku ewlehiya enerjiyê ji bo aboriya cîhanê gelekî girîng e û got:
"Berpirsyariya hemû aliyan e ku dabînkirina zincîra enerjiyê ya aram û bêasteng misoger bikin."
Pekînê destnîşan kir ku ew yek ji sûdmendên herî mezin ên vê rêyê ne.
Her wiha hat gotin ku ew dê ji bo parastina ewlehiya enerjiya xwe gavên pêwîst biavêjin.
"Koka pirsgirêkê nakokiya bi Îranê re ye"
Wezareta Karên Derve ya Çînê tekez kir ku Tengava Hurmizê ji bo kel û pel û enerjiyê rêyeke navneteweyî ya hesas a bazirganiyê ye.
Berdevkê wezaretê ragihand, "Koka sereke ya çêbûna astengiyên li pêşiya çûn û hatina keştiyan a di tengavê de, girêdayî nakokiya bi Îranê re ye. Çareseriya wê jî tenê agirbesteke demildest e."
Wezareta Karên Derve ya Çînê di dawiya daxuyaniya xwe ya ji bo Rûdawê de daxwaz ji hemû aliyan kir ku aram bin û xwe ragirin.
Wezaretê ragihand ku welatê wan amade ye ji bo aramkirina rewşê lîstina rola xwe ya erênî û avaker bidomîne.
Wezareta Karên Derve ya Çînê bersiva pirseke Rûdawê da.
Rûdaw: Serokê Amerîkayê Donald Trump pêşniyar kiriye ku Amerîka dikare kontrola Tengava Hurmizê bixe destê xwe ku ev rêyeke gelekî girîng e ji bo dabînkirina enerjiya cîhanê. Ji ber ku Çîn yek ji sûdmendên herî mezin ên vê rêya bazirganiyê ye, hikûmeta Çînê çawa li van cure daxuyaniyan dinêre? Çîn ji bo garantîkirina aramî û ewlehiya anîna enerjiya xwe ya bi rêya wê tengavê dê çi gavan biavêje?
Wezareta Karên Derve ya Çînê: Ewlehia enerjiyê ji bo aboriya cîhanê gelekî girîng e û berpirsyariya hemû aliyan e ku dabînkirina zincîra enerjiyê ya aram û bêasteng misoger bikin. Çîn dê ji bo parastina ewlehia enerjiya xwe rêkarên pêwîst bigire ber xwe.
Tengava Hurmizê ji bo kel û pel û enerjiyê rêyeke navneteweyî ya girîng a bazirganiyê ye. Parastina ewlehi û aramiya wê û çûnûhata bêasteng a tê de, di berjewendiya hevbeş a civaka navneteweyî de ye.
Koka sereke ya çêbûna astengiyan a li pêşiya çûnûhatina keştiyan a di tengavê de, girêdayî nakokiya bi Îranê re ye û çareseriya wê jî agirbesteke demildest e. Pêwîst e hemû alî aram bin û xwe ragirin, Çîn jî amade ye ku lîstina rola xwe ya erênî û avaker bidomîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse