Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Pakistanê Xwace Asif radigihîne ku hîn jî derfet maye dan û standin li Îslamabadê ji nû ve dest pê bikin.
Xwace Asif her wiha diyar kir ku hêvî heye ku her du alî bigihin peymanekê.
Wezîrê Parastinê yê Pakistanê Xwace Asif di daxuyaniyekê de ji medyaya welatê xwe re got:
“Ez naxwazim pêşbîniya tiştekî bikim lê rewşa piştî gotûbêjan baş e.
Li gorî texmîna min, hin jî hinek derfet hene ku destpêşxeriyeke din a dan û standinan dest pê bike.”
“Hêvî heye ku em bigihin encamekê”
Asif da zanîn ku piştî gotûbêjên dawiya hefteyê "tiştekî neyînî derneketiye holê" û berevajî wê "tiştên erênî derdikevin holê."
Xwace Asif her wiha got, "Hêvî heye ku heta civîna bê, înşela, em bigihin encamekê."
Ev geşbîniya Wezîrê Parastinê yê Pakistanê di demekê de ye ku tenê çend demjimêr mabûn ji bo destpêkirina dorpêçeke tund a deryayî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump fermana wê daye.
Dorpêça deryayî ya Amerîkayê
Demjimêr 10:00ê sibehê bi dema Washingtonê (17:00 bi dema Hewlêrê), Amerîkayê dorpêç danî ser hemû çûn û hatina deryayî ya ber bi benderên Îranê yên li Kendava Ereban û Deryaya Umanê.
Li gorî raporeke "Wall Street Journal"ê ku spartiye du berpirsên Amerîkî, Washingtonê çend xetên sor ên tund ji bo her peymaneke paşerojê ya li gel Tehranê diyar kirine ku ev in:
Dawîanîna li hemû cureyên dewlemendkirina uranyumê.
Hilweşandina tesîsên sereke yên dewlemendkirinê.
Radestkirina uranyuma bi pileya bilind dewlemendkirî.
Vekirina temamî ya Tengava Hurmuzê bêyî standina bacê.
Qutkirina alîkariyan ji bo komên çekdar.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse