Azerbeycanê li ser hevdîtina Aliyev û Nêçîrvan Barzanî daxuyanî da

14-02-2026
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Îlham Aliyev Azerbeycan Konferansa Ewelhiyê ya Munîhê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomariya Azerbeycanê ragihand ki Îlham Aliyev Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî vexwendiye Bakuyê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev doh li bajarê Munîhê yê Almanyayê di çarçoveya Konferansa Ewelhiyê ya Munîhê de civiyan.

Serokkomariya Azerbeycanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Tekeziya li ser hevkariya aborî û çandî

Li gorî daxuyaniya Serokkomariya Azerbeycanê, di civînê de serdanên ku Nêçîrvan Barzanî yên berê yên ji bo Azerbeycanê û têkiliyên di navbera serkirdeyan de bi kêfxweşî hatin bibîranîn.

Hat diyarkirin ku wan serdanan ji bo gotûbêjkirina perspektîfên hevkariya dualî zemîneke xurt pêk aniye.

Aliyan li ser bipêşxistina têkiliyên di warên aborî, bazirganî, çand û mirovî de bîr û rayên xwe parve kirin û mijarên ku berjewendiya wan a hevpar heye gotûbêj kirin.

Vexwendina Aliyev

Di civînê de Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî vexwend welatê xwe.

Hat ragihandin ku Serok Barzanî ev vexwendin bi kêfxweşî qebûl kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst