Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapora UNICEF, di sala 2016an de, 652 zarok hatine kuştin, û bi vê yekê sala 2016an, nexweştirîn sal bû ji bo zarokên Sûriyê
Roja duşemê, 12ê Adarê, Rêxistina UNICEFê ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve raportek derbarê rewşa jiyana zarokan li Sûriyê belav kiriye û tê de dibêje ku rêjeya kuştina zarokan li wî welatî %20 zêde bûye.
Li gor rapora UNICEFê, di sala 2016an de, 652 zarok hatine kuştin, herwiha li gor raporê 255 zarok ji wan nêzîkî dibistanên xwe hatine kuştin.
Bêhtirî 850 zarokî ji aliyê hêzên cuda hatine çekdarkirin ev hejmar jî du caran ji ya sala berê zêdetir e.
338 caran êrîş li ser nexweşxaneyan hatine encamdan û li gor UNICEFê di piraniya wan êrîşan de zarok bûne qurbanî.
280 hezar zarok li deverên dorpêçkirî dimînin ku rewşa jiyanê li wan deveran pir dijwar e.
Bi sedema şerê 6 salî yê Sûriyê, çavên 6 milyon zarok li gihaştina alîkariyên mirovî ye.
2 milyon û 300 hezar zarok ligel malbatên xwe li kampên penaberiyê li Tirkiyê, Urdunê, Îraqê, Misrê û Libnanê ne.
Di raporta xwe de, UNICEF behsa dijwariya jiyanê li beşekî ji deverên Sûriyê dike ku destê nişteciyan nagihêje xizmetguzariyan û hin zarok li wan deveran bi bêdengî dimirin û kes guh li dengê wan nagire.
Derbarê jiyana navxwe ya Sûriyê de jî, UNICEF radigîne: beşek ji malbatan, bi sedema zehmetiya jiyanê neçar dibin ku keçên xwe di temenekî biçûk de bizewicînin yan jî berê wan bidin bazarên kar.
Grafîk:
1. Sala 2016an 652 zarok hatine kuştin
2. 255 zarok nêzîkî dibistanan hatine kuştin
3. 850 zarok hatine çekdarkirin
4. 338 êrîş li ser nexweşxaneyan hatine kirin
5. 280.000 zarok dorpêçkirî ne
6. 6.000.000 zarok hewcedarî alîkariyê ne
7. 2.300.000 zarok li kampên penebariyê ne
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse