HATAY - Zarokê ku nîvê laşê wî di bin erdê de hatibû tê tedawîkirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hatay Zarok Sûriye Xal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Reyhanliyê ya parêzgeha Hatayê ya Tirkiyeyê, tedawiya zarokê Sûriyeyî yê 10 salî Amîr El Cedug didome.

Amîr piştî ku du rojan winda bûbû, laşê wî bi awayekî nîvce di bin axê de hatibû dîtin.

Amîr Cedug 7ê Kanûna Pêşîn li herêma Mehmetbeyliyê ya navçeya Reyhanliyê ya parêzgeha Hatayê hatibû dîtin.

Beşeke laşê wî di bin axê de bû û ji ber lêdanê ji serê xwe birîndar bûbû.

Tedawiya wî li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Hatayê berdewam dike.

Bav Mihemed Cedug ji rojnamegeran re da zanîn ku rewşa kurê wî her ku diçe baştir dibe.

Cedug spasiya kesên ku alîkariya wan kirine kir û got:

"Ez spasiya Tirkiyeyê û hêzên ewlehiyê dikim ku alîkariya me kirin.

Bijîşk dibêjin rewşa Amîr ber bi başiyê ve diçe, Înşallah em li bendê ne ku di nava çend rojan de were derxistin.

Ez dixwazim edalet cihê xwe bibîne û yê ku di vê bûyerê de sûcdar e were cezakirin."

Amîr El Cedug jî diyar kir ku êşên wî kêm bûne û ew xwe baştir hîs dike û spasiya wan kesan kir ku ji bo wî hewl dane û anî ziman:

"Xeyala min a herî mezin ew e ku ez futbolîstê navdar ê Portugalî Cristiano Ronaldo bibînim."

Çi bûbû?

Malbata Amîr El Cedugê 10 salî, 5ê Kanûna Pêşîn serî li polîsan dabû û gotibû ku zarokê wan winda ye.

Zarok 7ê Kanûna Pêşîn li zeviyekî hatibû dîtin ku nîvê laşê wî di bin axê de bû û serê wî birîndar bû.

Di dîmenên kamerayên ewlehiyê de hatibû dîtin ku xalê wî M.E.yê 30 salî, zarok biriye derdora Bendava Reyhanliyê.

Xalê wî hatibû desteserkirin û piştre bi biryara dadgehê hatibû girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst