Li Berlînê skandal: Bûyera destdirêjiyê ya li keçeke Kurd hatiye veşartin

1 demjimêr berê
Hêmin Ebdullah
Nîşan Berlîn Kurd Destdirêjî
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Vê hefteyê bajarê Berlînê yê paytexta Almanyayê bi çîroka hejîner a keçeke Kurd a 16 salî hejiya.

Keçik Çiriya Paşîn a 2025an li navendeke ciwanan a li taxa Neukellnê ji aliyê xortekî ve rastî destdirêjiya seksî hatibû.

Wê demê bûyer hatibû veşartin.

Paşê Kanûna Paşîn a 2026an çend ciwanan keçik kişandiye odeyeke navendê û li wê derê ducare destdirêjî lê kiriye.

Bûyer hatiye veşartin

Tiştê ku xelkê Berlînê xistiye nava şokê ew e ku birêvebiriya navendê û Daîreya Ciwanan (Jugendamt) bi bûyerê hesiyane lê dengê xwe nekiriye.

Bûyer piştî ku keçikê xwe gihandiye polîsan û daîreya tawanên giran agahdar kiriye derketiye holê.

Li Almanyayê pergal ne wekî ya Kurdistanê ye: Di dozên wiha giran de her tim nasnameya mexdûran tê parastin.

Loma di ti daxuyaniyên fermî de navê keçikê derbas nabe.

Tenê tê zanîn ku bavê wê li dijî êrişkaran, birêvebiriya navenda ciwanan û Daîreya Ciwanan gilî kiriye.

Polîsan çend kes desteser kirine. Guman heye ku gumanbarekî 17 salî dîmenên bûyerê kişandibin.

Wisa xuya dike ku wî xortî ew dîmen kişandine da ku di paşerojê de gefan li keçikê bixwe.

“Ji ber ku Misilman in hatine parastin”

Bertekên siyasî yên li ser bûyerê zêde dibin.

Endama Meclisa Navçeya Neukollnê ya Berlînê Sara Nagelê Daîreya Ciwanan şermezar kir û got ku wan tevî agahdariyê jî ti tiştek nekiriye.

Wezîrê Ciwanan ê Berlînê Falko Liecke di wê baweriyê de ye ku bêdengiya li hemberî bûyerê siyasî ye.

Li gorî wî, ji bo ku êrişkar "Misilman" in wan nexwestiye bala raya giştî biçe ser civaka Misilmanan û bûyer veşartine.

Wekî ku Liecke gotiye, bi vê yekê careke din zilm li mexdûrê hatiye kirin.

Civaka Kurd a li Almanyayê jî daxuyaniyek da û xwest ku li ser bûyerê lêkolîneke hûrgilî bê kirin.

Saziyê ragihand, eger were piştrastkirin ku karmendên navenda ciwanan bi hinceta "têkoşîna li dijî nîjadperestiyê" êrişkar parastine, ev yek dê bibe skandaleke hejîner.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst