Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku gelek welatan bi hevkariya Amerîkayê ji bo vekirin û parastina Tengava Hurmizê keştiyên şer dişînin.
Trump destnîşan kir ku wan temamiya hêza serbazî ya Îranê têk biriye lê hişyarî da ku Tehran hîn jî dikare pirsgirêkan çêbike.
Donald Trump li ser tora xwe ya civakî Truth Socialê nivîsand: "Gelek welatan bi taybetî yên ku ji ber hewildanên Îranê yên ji bo girtina Tengava Hurmizê zerer dîtine, bi hevkariya Amerîkayê keştiyên şer dişînin da ku tengav vekirî û ewle bihêlin."
Serokê Amerîkayê li ser serkeftina êrişên serbazî yên Amerîkayê tekez kir û got:
"Me ji sedî 100ê hêza leşkerî ya Îranê têk biriye lê ji bo wan hêsan e ku dronekê du dronan bişînin, an jî mayînekê bavêjin, an jî mûşekekê bavêjin cihekê û li cem wan girîng nîne çi qasî bi xirabî hatine têkbirin."
Trump navê çend welatan anî û hêvî kir ku di wê erkê de beşdar bibin û got:
"Em hêvî dikin Çîn, Fransa, Japon, Koreya Başûr, Brîtanya û yên din ku ji ber vê astengiya çêkirî zerer dîtine, keştiyan bişînin herêmê da ku Tengava Hurmizê êdî ji aliyê welatekî ku bi temamî ji kar ketiye ve nebe metirsî."
Serokê Amerîkayê diyar ku dê êrişên wan bidomin û wiha nivîsand:
"Di vê navberê de Amerîka qeraxên Îranê bi dijwarî bombebaran dike û bi berdewamî qeyik û keştiyên Îranê yên li ser avê têk dibe.
Bi her awayî be, em dê di demeke nêzîk de Tengava Hurmizê vekin û ewle û azad bikin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse