Behrûz Çemenara: Mafên me ji me hatine standin û rêxistinên me yên li diyasporayê hîn jî lawaz in

1 demjimêr berê
Hêmin Ebdullah
Dr. Behrûz Çemenara û Hêmin Ebdulahç Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Dr. Behrûz Çemenara û Hêmin Ebdulahç Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Dr. Behrûz Çemenara Almanya Rojhilatê Kurdistanê Îran
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) – Nivîskar û akademîsyen û yek ji dengên diyarker ên Rojhilatê Kurdistanê ye, ew bi zimanekî mantiqî û serdemî, behsa peywendiyên Kurdan û desthilata Îranê dike.

Ew bi taybetî li ser peywendiya navbera welatiyên Îranê û Kurdên li diyasporayê radiweste.

Dr. Behrûz li Pirtûkxaneya Zanîngeha Frankfûrtê ya Almanyayê – ku yek ji pirtûkxaneyên navdar e – pirtûkek girtiye destê xwe û dibêje ku li vir gelek pirtûk li ser Kurdistanê hene.

Akademîsyenê Kurd Behrûz Çemenara li ser sedemên tundiya alîgirên Riza Pehlevî li hemberî Kurdên diyasporayê û rewşa rêxistinbûna Kurdan a li diyasporayê ji Rûdawê re axivî.

"Mêtîngerî li ser Kurdan tê sepandin"

Dr. Behrûz li ser rewşa siyasî û nasnameya Kurdan a li Îran û li Rojhilatê Navîn û destnîşan dike ku koletî û serdestiyeke mezin li ser Kurdan heye.

Piştî ku li Kurdistanê rewşa siyasî û zimanî hatiye sînordarkirin, kiryarên tundûtûjiyê yên dewleta Îranê li hemberî Kurdan zêde bûne.

Dr. Behrûz li ser vê zordestiyê ji Rûdawê re got, "Eger em wekî mînak Îranê li ber çavan bigirin, em dibînin ku mêtîngerî bi rengekî berçav li ser gelê wî welatî, nemaze li ser me Kurdan, tê meşandin.

Kurdistan û mafên me yên sereke – wek ziman, xak û gelek tiştên din – ji me hatine standin."

Akademîsyen Behrûz balê dikişîne ser kiryarên hin grûpên ku hewl didin nasnameya Kurdan tine bikin û navê "Îranê" li ser wan bisepînin.

Li gorî gotina Dr. Behrûz Çemenara desthilata Îranê, bi taybetî di perwerde û sîstema siyasî de, xwe ji mafên Kurdan dûr dixin û nahêlin zimanê Kurdî bi pêş ve biçe.

Çemenara vê polîtîkaya asîmîlasyonê wiha rexne dike:

"Ew bi zanebûn pênaseyekê ji Îranê re ava dikin ku em (Kurd) tenê gava ku em wisa bin (di xizmeta wan de bin) em dikarin bibin beşek ji wê.

Ev yek nîşan dide ku ew Kurdistanekê di nav Îranê de tenê wekî amûrekê ji bo berjewendiyên xwe dibînin.

Heger Kurdek bêje 'ez Îranî me', ew paşeroja me, dîroka me ya beriya hatina Îslamê û serdema Medan ji bîr dikin. Gelo wateya 'Îranîbûn'ê ev e?"

Rexneya li diyaspora û rêxistinbûna Kurdan

Dr. Behrûz di berdewamiya axaftina xwe de berê xwe dide rexnedayîna navxweyî û rewşa Kurdên li diyasporayê.

Ew dipirse gelo Kurd tenê li bendê ne ku dewletên wekî Îranê pêwendiya xwe bi wan re qut bikin, an ew bi xwe dikarin xwe biparêzin?

Çemenara li ser lawaziya rêxistinî ya Kurdan wiha got, "Gelo em bi rastî ew qasî serbixwe bûne ku em bikarin bi awayekî zanebûnî xwe bi rêxistin bikin û wekî hêzeke berbiçav li diyasporayê derkevin pêş?

Bi dîtina min, em di vî warî de hîn kêmasiyan dijîn. Rêxistinên me yên Kurdan hîn jî gelekî lawaz in."

Akademîsyen Çemenara di berdewamiyê jî de got:

Di van salên dawî de, me dît ku eger Kurd bixwaze – wekî mînak di hilbijartinan de yan jî di siyasetê de – em dikarin encamên baş bi dest bixin lê belê, em dibînin ku eger Kurdek wekî namzdekî derkeve holê, gelek caran xelkê Kurd piştgiriya wî nake.

Ev yek nîşan dide ku em hîn jî nekarîne xwe bi rêxistin bikin."

Saziyên sivîl divê ji îdeolojiyan serbixwe bin

Dr. Behrûz hêvî dike ku Kurd li diyasporayê rola xwe ya siyasî û civakî baştir bilîzin wiha pê de çû:

"Me bi awayekî dîrokî ev kêmasî derbas kirine. Me di qada rêxistinbûn û bipêşxistina projeyên demdirêj de – wekî jîngehparêzî yan jî projeyên din ên demdirêj – serkeftinên mezin bi dest nexistine."

Lêkoler Kurd behsa girîngiya tecrûbeya Herêma Kurdistanê kir û got:

"Yek ji sedemên vê kêmasiyê ew e ku wekî mînak li Başûrê Kurdistanê ku dewlet li ser piyan e, em dibînin ku heke rêxistinek hebe, ew rêxistin her tiştî li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî an jî yên rêxistina xwe dike.

Divê em li bîr bînin ku rêxistinên ku ji bo mafên jinan, jîngehê, yan jî tiştên din têkoşînê dikin, li hemû cîhanê hene û pêwîstiya wan bi ti îdeolojîyekê nîne.

Ev rêxistin li Kurdistanê jî hene lê belê divê ew hîn jî bêhtir bi hêz bibin û bi serbixwe tevbigerin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst