Amerîka: Domandina dan û standinan di destê Îranê de ye

6 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amerîka Îran JD Vance
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance ragihand ku domandina dan û standinan û egera îmzekirina peymanekê, di destê Îranê de ne.

Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance li ser dan û standinên Amerîkayê yên bi Îranê re ji Fox Newsê re axivî.

"Şandeya Îranê ne xwedî desthilat bû"

Vance îdia kir ku şandeya Îranê ya li Pakistanê ne xwediyê desthilata îmzekirina peymanê bû.

Vance da zanîn ku şandeya Amerîkayê ji ber vê sedemê ji wir veqetiya.

Wî li ser pirsa, "Gelo dê dan û standin bidomin û dê peymanek bê îmzekirin?" got, "Bi dîtina min biryar di destê Îranê de ye."

"Nabe ku Îran li pey çekên nukleer be"

Vance tekez kir ku divê Îran li pey çêkirina çekên nukleer nebe û got, "Ji bo ku Îran ji aliyê aborî ve bibe welatekî normal, nabe ku çekên nukleer çêbike."

Her wiha wî da zanîn ku tevî peyman nehatibe îmzekirin jî di dan û standinan de gelek bipêşketin çêbûye.

Vance li ser mijarê wiha axivî, "Me hin dan û standinên baş kirin. Bi dîtina min, we yekem car dît ku hikûmeta Îranê û hikûmeta Amerîkayê di asteke wiha bilind de rûniştin."

Li Pakistanê peyman çênebû

Amerîka û Îsraîlê 28ê Sibatê li dijî Îranê dest bi êrişan kir.

Ev şer li welatên herêmê belav bû.

Lê 8ê Nîsanê di navbera Amerîka û Îranê de agirbest hate ragihandin û şer rawestiya.

Piştî agirbestê Washington û Tehranê bi navbeynkariya Pakistanê dan û standin kirin.

Ew dan û standin li Îslamabadê hatin lidarxistin.

Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance berî niha eşkere kiribû ku dan û standinên rasterast ên li Îslamabada paytexta Pakistanê, bêyî peymanekê bi dawî bûne.

Li aliyê din, birêvebiriya Îranê jî li ser heman mijarê daxuyaniyek dabû.

Îranê ragihandibû ku daxwazên zêde yên Amerîkayê, bûn sedem ku di dan û standinan de çarçoveyeke hevbeş û peymanek çênebe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst