Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê civîneke sêalî di navbera Washington, Tel Avîv û Beyrûtê de saz kir.
Armanc destpêkirina dan û standinên rasterast û pêkanîna aştiyê di navbera Îsraîl û Libnanê de bû.
Civîn îro bi beşdariya Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, Şêwirmendê Wezaretê Mike Needham, Balyozê Amerîkayê yê Libnanê Michel Issa, Balyozê Îsraîlê yê Amerîkayê Yechiel Leiter û Balyoza Libnanê ya Amerîkayê Nada Mouawad hat lidarxistin.
Ev hevdîtin wekî gotûbêja yekem a asta bilind a di navbera hikûmetên Îsraîl û Libnanê de ji sala 1993ayn û vir ve tê tomarkirin.
Piştgiriya Amerîkayê ji bo bidawîanîna serweriya Îranê
Li gorî daxuyaniyeke hevpar a her sê aliyan, Washingtonê pîrozbahî li her du welatan kiriye.
Amerîkayê piştgiriya xwe ji bo planên hikûmeta Libnanê yên ji bo vegerandina desthilata çekan ji bo destê dewletê û bidawîanîna "serweriya Îranê" ya li wî welatî ragihand.
Washington hêvî dike ku ev gotûbêj bibin sedema îmzekirina peymaneke berfireh a aştiyê ku ji peymana 2024an berfirehtir be.
Amerîkayê her wiha tekez kir ku her peymana ji bo rawestandina "kirdariyên dijminane, divê tenê bi navbeynkariya Washingtonê be."
Mercên Îsraîlê û daxwazên Libnanê
Wekî ku di daxuyaniyê de hatiye, Îsraîlê di civînê de pabendiya xwe ji bo dan û standinên rasterast nîşan da û daxwaza bêçekkirina hemû komên nedewletî û hilweşandina binesaziyên wan ên leşkerî li Libnanê kir, "da ku ewlehiya gelên her du welatan misoger bibe".
Ji aliyekî din ve, dewleta Libnanê tekezî li ser girîngiya parastina serweriya tam a dewletê û yekparçeyiya axa xwe kir.
Beyrûtê daxwaz kir ku gavên berbiçav ji bo çareserkirina krîza mirovî ya welat werin avêtin û tekezî li ser pêwîstiya cîbicîkirina temam a biryara rawestandina êrişan kir.
Destpêkirina dan û standinên rasterast
Di dawiya hevdîtina sêalî de, hemû alî li ser destpêkirina dan û standinên rasterast li hev kir.
Biryar e ku ew di demek û cihekî guncav de ku her kes li serê li hev bike, werin lidarxistin.
Amerîkayê amaje bi wê yekê jî kir ku ev prose dê bibe sedema teşwîqkirina veberhênanê û dabînkirina alîkariyên mezin ji bo avakirina Libnanê.
Daxuyaniya hevpar a sêalî
Di daxuyaniya hevpar a piştî civînê de hat tekezkirin ku Amerîka piştgiriya xwe ji bo mafê Îsraîlê yê parastina xwe ya li hemberî êrişên berdewam ên Hizbulahê ducare dike.
Her wiha hat gotin ku her peymana ji bo rawestandina kirdariyên dijminane divê di navbera her du hikûmetan de û bi navbeynkariya Amerîkayê be, ne bi rêyên din.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Îsraîl amade ye ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan û pêkanîna aştiyeke mayînde bikeve nav dan û standinên rasterast.
Libnanê jî tekezî li ser pêwîstiya lezgîn a cîbicîkirina temam a ragihandina rawestandina kirdariyên dijminane kir û daxwaza agirbestê û gavên berbiçav ji bo çareserkirina krîza mirovî kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse