Amerîka: Divê Îran hişyar be û bala xwe nede ser Amerîkayê

14-06-2025
RÛDAW
Nîşan Pete Hegseth Amerîka Îsraîl Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth ragihand ku ew bi hûrî çavdêriya rewşa Rojhilata Navîn dikin û hişyarî jî da Îranê ku bala xwe nede ser welatê wî.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth li ser şerê Îran û Îsraîlê ji medyaya welatê xwe re axivî.

Pete Hegseth got, "Em bi hûrî çavdêriya rewşa Rojhilata Navîn û zêdebûna aloziyên di navbera Îran û Îsraîlê de dikin."

"Em dê her tiştê pêwîst bikin"

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê her wiha got, "Em dê karmend û berjewendiyên xwe biparêzin.

Em dê her tiştê pêwîst bikin, ji bo ku em piştrast bin ku leşker û baregehên me parastî bin."

Li aliyê din, Pete Hegseth hişyarî da Îranê û got, "Divê Îran hişyar be û bala xwe nede ser Dewletên Yekbûyî."

Îsraîlê doh bi 200 balafir û gelek dronan dest bi êrişên xwe yên li ser Îranê kir, paşê Îranê dest bi bersivdana êrişê kir û Îsraîl mûşekbaran kir.

Medyaya fermî ya Îranê jî ragihand ku berpirsên welatê wan hişyarî daye Amerîka, Fransa û Brîtanyayê ku di her êrişa nû ya paşerojê de parastina Îsraîlê nekin.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê got, "Em çareseriyeke aştiyane dixwazin û derfeta dan û standinê maye."

Destpêkirina vî şerî di demekê de ye ku biryar bû roja yekşemê li Mesqeta paytexta Umanê gera şeşem a dan û standinên navbera Amerîka û Îranê derbarê bernameya atomî ya Tehranê de bê kirin lê belê hîn jî nayê zanîn ka dê dan û standin bên kirin an na.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst