Hewlêr (Rûdaw) - Îro li bajarê Londonê otombîlekê xwe li dîwarê ewlehiyê yê parlamentoya Birîtanya xist û di encamê de çend kes birîndar bûn.
Îro sêşemî 14ê Tebxa 2018an di demjimêr 07: 37 de li navenda Londonê, otombîlekê xwe li dîwarê ewêehiyê yê parlementoya Birîtaniya xist.
Li gorî agahiyan, di encama bûyerê de çend kes birîndar bûne.

Polîsê Londonê ragihandiye, ku ajovanê wê otombîlê hatiye girtin û lêkolîn derbarê bûyerê de jî berdewam e. Polîs diyar kiriye, ku hêj sedemên li piştî bûyerê nediyar in û ew dê paşê zanyariyên zêdetir rabighînin.
Polîs herwiha gotiye, hêzên polîs stasyonên nêzîkî cihê bûyerê daxistine.
Piştî bûyerê hejmareke zêde ya polîs û hêzên hawartinê li çedn cihên nêzîkî avahiya parlamentoya Brîtanyayê hatin bicihkirin.
Ev bûyer piştî wê yekê tê, ku berî çend rojan li bajarê Manxhesterê li bakurê Birîtanyayê kesekî gulle berdane xelkê, ku di encamê de 10 kes birîndar kiribûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse