Hotela penaxwazan civaka Londonê kiriye du parçe

09-08-2025
RÛDAW
Nîşan Brîtanya London Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bicihkirina penaxwazan li hotelan civaka Londonê kiriye du beş û bûye sedema xwepêşandanên dijber.

Hinek niştecih li dijî mana penaxwazan derdikevin, hinekên din jî piştgiriya wan dikin.

Hikûmeta Brîtanyayê siyaseteke wisa dimeşîne ku penaxwazan heta kar û barên wan ên fermî bi dawî dibin li hotelan bi cih dike.

Di nava deh rojên borî de, li pêşberî 20 hotelên ku ji bo mana penaxwazan hatine veqetandin li Brîtanya û Walesê xwenîşandan hatin lidarxistin.

Dilgirina hinek ji welatiyên Brîtanyayê ew e ku zêdeyî 32 hezar penaxwaz li hotelan hatine bicihkirin.

Ev yek ji hikûmetê re salane dibe barê zêdeyî 3 milyar dolaran.

Du komên xwenîşandan kir, yek li dijî penaxwazan e û ya din jî piştgiriya wan dike.

“Pirsgirêk di hikûmetê de ye”

Xwepêşanderê li dijî koçberan Jack Norris got, “Ma ne hoteleke çarstêrkî ya lanetî ye ku didin wan?

Ew tên vir, cihê razanê û taştê ji wan re tê dabînkirin. Ez koçberan sûcdar nakim ji ber tiştê ku dikin, ji ber ku ev ji bo wan jiyaneke baştir e. Pirsgirêk di hikûmetê de ye.”

Li aliyê din, beşek ji civaka Brîtanyayê di wê baweriyê de ye ku divê penaxwazan pêşwazî bikin.

“Divê rêyên yasayî ji bo hatina mirovan bên vekirin”

Piştgirê penaxwazan Lewis Farey jî got:

“Bi dîtina min, bersiva ji bo faşîzmê, pêşwazîkirina hejmareke zêdetir a penaberan e.

Divê rêyên yasayî ji bo hatina mirovan bên vekirin û karûbarên wan bên organîzekirin.

Tişta herî xirab a ku em dikarin bikin ew e ku em jî wekî hikûmetê bi kêmasî nêzîkî vê pirsê bibin.”

Ji destpêka îsal ve, zêdeyî 25 hezar penaxwaz bi rêya Kanala Îngilîzî (English Channel) derbasî Brîtanyayê bûne ku piraniya wan xelkê Efxanistan û Sûriyeyê ne.

Hikûmetê jî ragihandiye ku wan hinek penaxwaz desteser kirine û li gorî rêkeftineke li gel Fransayê, dê di çend rojên bê de wan vegerînin wî welatî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst