Dusseldorf (Rûdaw) – Bêrîvan Aymaza ji bajarê Çewlîgê yê Bakurê Kurdistanê namzeda Serokatiya Şaredariya Kolnê ye.
Tora Medyayî ya Rûdawê ji bo hilbijartinên şaredariyan ên li eyaleta Nordrhein-Westfalenê ku gelek Kurdan lê dijîn bernameyeke taybet amade kir.
Li gorî amarên nefermî, li seranserî Almanyayê zêdetirî milyonek û 500 hezar Kurd dijîn û piraniya wan li eyaleta Nordrhein-Westfalenê ne.
Hilbijartinên şaredariyan ên eyaletê 14ê Îlonê tên kirin.
Zêdetirî 300 lîste û namzedên Kurd di rikeberiyê de ne.
Bi taybetî jî çav li ser bajarê Kolnê ne û namzeda Kurd ji bo bidestxistina erkê serokatiya şaredariyê têdikoşe.
Bêrîvan Aymaz sala 1972yan li parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye û sala 1978an bi malbata xwe re çûye Almanyayê.
Sala 2017an bûye parlamentera eyaleta Nordrhein-Westfalenê û cîgira yekem a serokê parlamentoya eyaletê ye ku bi eslê xwe ne Alman e.
Bêrîvan Aymaz li ser lîsteya Partiya Keskan cîgira serokê parlamentoya ye û partiya wê ew ji bo erkê Şaredara Kolnê kiriye namzed.
Bavê Bêrîvan Aymazê di salên heftêyî de Şaredarê Çewligê bû û Bêrîvan jî dixwaze wekî bavê xwe bibe şaredar lê li Kolnê.
Bayram Ayaz dostê nêzîk ê Bêrîvan Aymazê bû mêvanê Rûdawê û ji Hêmin Ebdullah re got:
"Bêrîvan dikare bibe nûnera Kurdan, nûnertiyeke gelekî baş bike û xizmeteke mezin pêşkêşî Kurdên vî bajarî bike.
Malbata Bêrîvanê gelekî Kurdperwer e û ez şahid im.
Bêrîvan di hemû civînên vî bajarî de dibêje, ez li Çewlîgê ji dayîk bûme û ji malbateke Kurd im."
Li gorî rapirsiyeke ku Navenda Lêkolîn û Rapirsiyan a Forsê kiriye, Partiya Keskan dê bibe yekem û ji sedî 23yê dengan bi dest bixe.
Dibe ku di gera yekem de Bêrîvan Aymaz nebe şaredar lê di gera duyem de îhtimaleke mezin heye ku ew jina Kurd bibe Şaredara Kolnê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse