Rêwîtiya ji Seqizê heta Kolnê: Newşa Erebî ji partiyeke lîberal bû namzed

13-09-2025
Zinar Şîno
Afîşên Newşa Erebiyê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Afîşên Newşa Erebiyê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Hilbijartin Almanya Koln Newşa Erebî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di hilbijartinên xwecihî yên li bajarê Kolnê yê Almanyayê de gelek namzedên Kurd hene û yek ji wan jî Newşa Erebî ye ku ji bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê ye.

Newşa Erebî, ji lîsteya Partiya Demokrat a Azad (FDP) a Almanyayê ji bo du encûmenên cuda bûye namzed.

Newşa Erebî heta 10 saliya xwe li gel malbata xwe li Seqiz û Sineyê jiyaye û piştî koçberbûna Almanyayê, tevlî siyasetê bûye û beşdarî FDPyê bûye.

Ew di hilbijartinên xwecihî yên eyaleta Nordrhein-Westfalenê de hem ji bo encûmena şaredariyê hem jî ji bo encûmeneke taybet a penaberan bûye berbijêr.

Newşayê derbarê namzedbûna xwe ji Rûdawê re axivî û got:

“Armancên me yên di encûmena şaredariyê de pêşxistina çandê û başkirina navçeya bajêr e, wek mînak avakirina dibistanan an jî pêkanîna projeyên din ên ku jiyana xelkê hêsantir bikin.

Namzedbûna min a duyem jî ji bo encûmeneke penaberan e. Li Almanyayê gelek girîng e ku derfetên wekî kursên ziman, entegrasyona civakî û avakirina jiyaneke baştir ji penaberan re bên dayîn da ku ew karibin daxwazên xwe bînin ziman."

"Pêwîst e di polîtîkayên derbarê koçberan guhertinên cidî bên kirin"

Balkêş e ku Newaşa li ser afîşên xwe yên ji bo encûmena penaberan nivîsên Kurdî bi kar tîne.

Newşa bal kişand ser serpêhatiya xwe ya koçberiyê û got:

“Ez kesek bûm ku hewl dida li vî welatî xwe bibîne. Dema mirov tê vir, xwe gelekî biyanî hîs dike.

Ji ber vê yekê, ez bawer dikim ku divê di polîtîkayên derbarê koçberan de guhertinên cidî bên kirin.

Ji ber ku min ev pêvajo bi xwe jiyaye, ez dikarim bibêjim ku min gelek hewl da, da ku li vir cihê xwe bibînim."

Her çi qasî di nav Kurdên Ewropayê de hilbijartina partiyên lîberal ne gelemperî be jî Newşa Erebiyê baweriya xwe bi bernameya FDPyê aniye.

Ew dibêje, “Min ev partî hilbijart ji ber ku nêrînên wê bi nêrînên keseke ciwan a wekî min re li hev dikin.

FDP bawer dike ku divê her kes berpirsiyariya xwe bigire ser xwe, di heman demê de azadiyê diparêze û armanc dike ku derfetên wekhev biafirîne.”

Li Kolnê ku gelek zêde Kurdan dijîn, beşdarbûna gelek namzedên Kurd ji partiyên cuda ji bo encûmenên cihê, nîşana zêdebûna beşdariya civaka Kurdan di siyaseta Almanyayê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst