Hewlêr (Rûdaw) - Piştî 5 demjimêrên civînê, kabîneya hikûmeta Brîtanyayê bi serokatiya serokwezîra wî welatî Theresa May reşnivîsa cudabûna ji Yekîtiya Ewropayê pesend kir.
Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May piştî civîna hikûmetê ragihand, kabîneya wê bi piraniya dengan reşnivîsa cudabûna ji Yekîtiya Ewropayê (YE) pesend kiriye û li gor wê ev biryara baştirîn e bo berjewendiya seranserê Şahnişîniya Yekgirtî.
Theresa May derbirî ku ev biryara di berjewendiya nîştimanî de ye û rêkevtinek e ku sozên referanduma 2016a têde ye û got, “Biryar e ku derfet û yekgirtûya wê diparêze.”
Pêştir hikûmeta Brîtanya û Yekîtiya Ewropayê li ser wê reşnivîsa cudabûna Brîtanya ji YE rêkevtî bûbûn, îşev kabîneya Theresa May piştevaniya wê reşnivîsê kir lê divê Parlamentoya Brîtanya û tevahiya welateên YE jî li ser razî bibin.
Eger bigihên rêkevtinê, heta 29ê Adara 2019a de Brîtanya bi tevahî ji YE cuda dibe, ev jî piştî wê yekê ye ku di referanduma sala 2016a de %52yê xelkê wî welatî deng bo cudabûnê da.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse