Hewlêr (Rûdaw) - Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyenê dilgiraniya xwe ya derbarê zêdebûna hejmara qurbaniyan li Îranê anî zimên û ragihand ku Yekîtiya Ewropayê (YE) dê bi lez cezayên zêdetir li ser çewisêneran bisepîne.
Li aliyê din Wezîra Karên Derve ya Brîtanyayê Yvette Cooperê li ser tundiya li Îranê got, "Cîhan çavdêriyê dike" û divê berpirs werin cezakirin.
Ursula von der Leyenê derbarê xwenîşandan û tundiyên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.
Von der Leyenê got, "Zêdebûna hejmara qurbaniyan li Îranê cihê tirs û dilgiraniyê ye.
Ez bi tundî û bê dudilî bikaranîna hêza zêde û berdewamiya sînordarkirina azadiyan şermezar dikim."
Cezayên li Pasdaran û rêkarên nû
Seroka Komîsyona Ewropayê amaje bi wê yekê kir ku Yekîtiya Ewropayê berê bi temamî "Supaya Pasdaran a Komara Îslamî" xistiye lîsteya cezayên mafên mirovan.
Wê her wiha ragihand ku ew li gel Berpirsa Siyaseta Derve ya YE Kaja Kallasê di nava hevahengiyeke nêzîk de ne da ku pêşniyara cezayên zêdetir li wan kesên ku berpirsên çewisandina xelkê ne bikin.
Von der Leyenê piştgiriya xwe ya bo xwenîşanderan diyar kir û got:
"Em li kêleka gelê Îranê ne ku bi wêrekî ji bo bidestxistina azadiya xwe dimeşin."
Ev helwesta tund a Yekîtiya Ewropayê di demekê de ye ku Îran ji 28ê Kanûna Pêşîn a borî ve rûbirûyî pêleke berfireh a xwenîşandanan bûye.
Ev nerazîbûn piştî hilweşîna nirxê tumen û gihîştina dolarekî ya ji bo 1.4 mîlyon tumenan dest pê kiribûn.
Brîtanyayê bangî balyozê Îranê kir
Li aliyê din, Wezîra Karên Derve ya Brîtanyayê Yvette Cooperê jî ragihand ku welatê wê wekî bersiveke ji bo "çewisandinên" vê dawiyê, hewl dide cezayên zêdetir li ser Îranê bisepîne.
Hevdem, Brîtanyayê bangî balyozê Tehranê yê li Londonê kir "da ku bersiva raporên xofdar ên derbarê çewisandina kujende ya xwenîşanderan bide."
Xwenîşandanên ku piraniya bajarên Îranê girtine, daxwaza "dawîhatina sîstema niha" dikin lê Komara Îslamî îdia dike ku "destê derve" di nav xwenîşandanan de heye û hewl tê dayîn ku "aloziyê" bixin nav welat.
Bi sedan kes hatine kuştin
Li gorî çalakvan û rêxistinên mafên mirovan, di dema qutkirina berfireh a înternetê de "kuştina herî kêm 648 kesan hatiye piştrastkirin ku di nav wan de jin û zarok jî hene."
Yvette Cooperê di axaftina xwe ya li ber parlamenterên Brîtanyayê de diyar kir ku welatê wê dê yasayekê derxe "da ku ceza û rêkarên taybet li ser sektorên cuda" yên Îranê werin sepandin.
Cooperê bal kişand ser wê yekê ku Londonê berê ceza li kesayetên sereke yên di warê petrol, enerjî, nukleer û darayî de sepandine lê tekez kir ku cezayên bê dê berfirehtir bin û kesên di sektorên veguhestin, nermalav û "pîşesaziyên din ên ku bipêşketina nukleerî ya Îranê bileztir dikin" bikin hedef.
Wezîra Karên Derve ya Brîtanyayê her wiha hişyarî da ku ji ber sînordarkirina medya û înternetê, dibe ku hejmara rastî ya kuştiyan û asta çewisandinê ji ya ku tê zanîn gelekî zêdetir be.
Cooperê got, "Cîhan çavdêriyê dike" û divê berpirs werin cezakirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse