Keçeke Kurd a Êzidî 12 roj in li Almanyayê winda ye

37 xulek berê
RÛDAW
Nîşan Ranya Mîrza Elî Kurd Êzidî Almanya Winda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Keçeke Kurd a Êzidî ya 17 salî ya bi navê Ranya Mîrza Elî, ev 12 roj in li bajarê Ludwigsburgê yê li bakurê Stutgarta Almanyayê winda ye û heta niha çarenivîsa wê ne diyar e.

Hogir Kawa Mîrza birayê Ranyayê li ser bûyerê ji Radyoya Rûdawê re axivî.

Hogir Kawa Mîrza got, "Xwişka min Ranya Mîrza Elî 17 salî ye û ev 9 sal in li bajarê Ludwigsburgê yê Almanyayê dimîne.

Ew ji 3yê Sibata 2026an ve winda ye û ti agahî jê nîne."

"Em nizanin çawa çêbû"

Birayê wê derbarê rewşa Ranyayê diyar kir ku xwişka wî xwendekar bû û ti nexweşî yan pirsgirêkeke wê ya civakî nebû û got: "Em bi xwe jî nizanin ev çawa çêbû."

Hogir Mîrza her wiha got, "Ranya berê li gel meta xwe çûbû Almanyayê û li wir li mala mam û meta xwe dima, ji ber ku dayîk û bavê min li Başûrê Kurdistanê ne."

Malbata Ranyayê dide zanîn ku mamê Ranyayê, Mahir Mîrza ku li wir bi navê Mahir Elî tê naskirin, li cim polîsê Almanyayê gilî tomar kiriye.

Lê tevî ku 12 roj di ser windabûna wê re derbas bûne jî, hêj ti agahiyek derbarê çarenivîsa wê de nîne.

Birayê Ranyayê bangî revenda Kurd a li Almanyayê û her kesê ku agahiyek li ser çarenivîsa wê hebe dike ku bi rêya van hejmarên telefonê pêwendiyê bi wan re deynin:

Mahir (Mamê Ranyayê) li Almanyayê: 00491621616171

Hogir (Birayê Ranyayê): 009647511018557

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst