Rubio: Trump ji bo Kurdan du caran telefonî Ehmed Şer kir

3 demjimêr berê
RÛDAW
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio / Wêne: APF
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio / Wêne: APF
Nîşan Marco Rubio Amerîka HSD Rojavayê Kurdistanê Sûriye Dobald Trump Ehmed Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo rawestandina şer û rêgirtina li ber revîna bi hezaran çekdarên DAIŞê, du caran telefonî Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer kiriye.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio îro di konfêranseke rojnamegeriyê ya li gel Serokwezîrê Slovakyayê Robert Fico de hûrgiliyên li ser hewldana rasterast a Trump a ji bo çareserkirina rewşa Rojavayê Kurdistanê eşkere kirin.

Marco Rubio got, "Dema ku li Bakurrojhilatê Sûriyeyê alozî dest pê kir, Serok Trump ji Ehmed Şer re got, ku şer rawestîne da ku karibin girtiyên DAIŞê yên li wir veguhêzin.ç

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê hişyarî da ku eger ew bi hezaran girtî bireviyana, dê karesat û tevliheviyeke mezin derketa holê lê belê 4 hezar heta 5 hezar çekdarên DAIŞê veguhastin Îraqê.

Bi gotina Rubia bi wî awayî metirsiya wan a li ser Amerîka û herêmê hat dûrxistin.

Têkelkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk

Li gorî gotina Rubio, yek ji armancên sereke yên Trump di gotûbêjên ligel Şer de, ji bo karê li ser têkelkirina Kurdan a di nav hêzên niştimanî yên Sûriyeyê de bidestxistina demê bûye.

Rubio diyar kir ku Ehmed Şer heta niha li ser soza xwe ye û şer rawestandiye lê divê li ser vê yekê berdewam be.

Paşeroja Sûriyeyê

Marco Rubio got, bicihkirina peymana di navbera HSD û Şamê hêsan nabe.

Her wiha amaje bi wê yekê kir ku divê hikûmeta nû ya Sûriyeyê ligel pêkhateyên din ên wekî Durzî, Elewî û hemû beşên ciyawaz bigihêje peymanê.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê li ser rewş her wiha got:

"Ev rewş her çi qasî zehmet be jî gelekî baştir e ji wê yekê ku Sûriye bibûya 8 parçe û şerê navxweyî û koça girseyî bidomiya.

Lewma em di vî warî de gelekî geşbîn in."

Ev jî tevahiya axaftina Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ye:

"Dema ku ev rewş li bakurrojhilatê Sûriyeyê teqiya, Trump midaxele kir ne tenê carekê du caran bi Şer re axivî û jê re got, 'Şer rawestîne da ku em karibin girtiyên DAIŞê yên li wir in veguhêzin.'

Bi hezaran girtiyên DAIŞê hebûn ku egera revîna wan û çêkirina wêranî û aloziyê hebû.

Trump ji wî re got, 'Şer rawestîne da ku em van girtiyên DAIŞê veguhêzin û herwiha demeke me ya zêdetir hebe ji bo em li ser vê têkelkirinê bixebitin, têkelkirina Kurdan a di nav hêzên niştimanî yên Sûriyeyê de.'

Wekî hûn dizanin, Şer ev yek kir. Niha, ew heta vê kêliyê li ser soza xwe maye. Bê guman, divê wê yekê berdewam bike lê ya ku me karîbû bi dest bixin ev e.

Me karî em razîbûna wî ji bo kirina vê yekê bi dest bixin, ev jî gelekî girîng bû, ji ber ku me karî em wan girtiyan veguhêzin Îraqê û ji cihê metirsîdar dûr bixin da ku em rûbirûyê revîneke girseyî ya ji girtîgehan nebin û 4 hezar an 5 hezar kujerên DAIŞê li her derê belav nebin û di paşerojê de gefê li me nexwin.

Vê yekê dem da me ji bo em li ser vê rêkeftina têkelkirinê bixebitin ku di navbera Kurdan û desthilatdarên Sûriyeyê yên li Şamê de li ser hatiye lihevkirin.

Niha, divê ew wê peymanê pêk bînin. Ew ne hêsan be. Peymanên din hene ku divê li gel Durzî, Bedewî, Elewî û hemû pêkhateyên civakeke gelekî ciyawaz a li Sûriyeyê bigihêjinê.

Em bawer dikin ku ew encam, her çi qasî zehmet jî be, gelekî baştir e ji Sûriyeyeke ku bibûya 8 parçe, li gel hemû cûreyên şer ku tê de rû didan û hemû cûreyên koça girseyî.

Lewma em di vî warî de gelekî geşbîn in."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst