Tusk: Holand Ewropa ye

15-03-2017
RÛDAW
Nîşan Encumena Yekîtiya Ewropa Donald Tusk Holand Tirkiye Krîz
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Serokê Encumena Yekîtiya Ewropayê Donald Tusk, li ser aloziya siyasî ya navbera Tirkiye û Holandê got: “Eger kesek wisa lê binêre ku li Rotterdamê faşîzm heye, ew kes ji rastiyê veqetiyaye.”

 

Li ser hesaba xwe ya Twitterê Serokê Encumena Yekîtiya Ewrûpayê Donald Tusk wiha nivîsî: “Bajarê Rotterdamê ji aliyê naziyan ve hate wêrankirin. Îro serokê şaredariyê, kesekî ji Mexrîbê (Morocco) ye. Eger kesek wisa lê binêre ku li wir faşîzm heye, ew kes ji rastiyê veqetiyaye. Em Ewrûpî ne û em şanaz in.

 

Tusk li Parlementoya Ewropayê jî heman tişt gotin û lê zêde kir:

 

“Holand Ewropa ye. Ewropa Holand e. Ev welat, welatê demokrasî û azadiyê ye. Bajarê Erasmusê Rotterdam ji aliyê Naziyan ve bi tevahî hate wêrankirin. Niha kesekî ku li Mexrîbê hatiye dinyayê, serokê şaredariya wî bajarî ye. Eger hin kes wisa lê binêrin ku li Rotterdamê faşîzm heye, ew kes ji rastiyê veqetiyane.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst