Malbateke Efxan li kurê xwe digere: 6 meh in li Wanê winda ye

08-10-2025
Serif Ozberk
Serif Ozberk @siyarberazi
Nîşan Mohammad Sarwarî Efxanistan Koçberî Ewropa Tirkiye Bakurê Kurdistanê
A+ A-

 Hewlêr (Rûdaw) – Ciwanekî bi navê Mohammad Sarwariyê ji Efxanistanê 6 meh in li parêzgeha Wanê winda ye.

Malbata Mohammad Sarwariyê ku li bajarê Heratê yê Efxanistanê dijî, 6 meh in li kurê xwe yê 17 salî digere ku li navçeya Mehmûdiyê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê winda bûye.

Mohammad Sarwarî 10ê Nîsanê bi qaçaxî ji Rojhilatê Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê bûye û ji wê demê ve ti agahî jê nayên standin.

Sumeyeya xwişka Mohammad Sarwarî xwe gihand Rûdawê û li ser windabûna birayê xwe agahî dan.

Wê diyar kir ku armanca Mohammad Sarwarî ew bûye ku bi rêya Tirkiyeyê xwe bigihîne Ewropayê û anî ziman:

“Xalê wî çû Tirkiyeyê û li kampên penaberan pirsyar kir lê parêzerekî jê re got ku ew ne di kampên koçberan de ye.”

Sumeyeyê bangî saziyên navneteweyî û hêzên ewlehiyê kir ku ji bo dîtina Mohammad Sarwarî alîkariyê bikin.

Koçberiya ji Efxanistanê

Piştî ku Talîbanê Tebaxa 2021ê desthilat li Efxanistanê bi dest xist, bi milyonan Efxan ji ber sedemên wekî krîza aborî, zordariya siyasî û binpêkirina mafên mirovan, bi taybetî yên li dijî jinan, neçar man welatê xwe biterikînin.

Ji bo gelek koçberên Efxan, Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo derbasbûna ber bi Ewropayê ve wekî welatê transît tê dîtin.

Rêya koçberiyê bi gelemperî ji Efxanistanê ber bi Îran û Rojhilatê Kurdistanê û ji wir jî ber bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ve ye.

Rêwîtiya koçberiyê ya ji Efxanistanê gelekî xeter e û koçber bi gelemperî bi metirsiyên wekî şert û mercên dijwar ên hewayê, rêyên çiyayî yên asê, destdirêjiya qaçaxçiyan û girtin û vegerandina ji aliyê hêzên sînorî ve rû bi rû dimînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst