Guterres: Îhtimala destpêkirina dan û standinên Amerîka û Îranê zêde ye

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Antonio Gutterres Amerîka Îran Îsraîl Dan û Standin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) hişyarî da ku piştguhkirina yasayên navneteweyî li Rojhilata Navîn, cîhanê ber bi alozî û wêraniyê ve dibe.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres diyar kir ku nakokiyên niha tenê bi rêya dîplomasiyê çareser dibin.

Guterres eşkere kir ku ji bo destpêkirina ducare ya dan û standinên Washington û Tehranê hêviyeke mezin heye.

"Yasayên navneteweyî tên binpêkirin"

Antonio Guterres di konferanseke rojnamegeriyê de li navenda Neteweyên Yekbûyî ragihand ku di şerê Îran û Îsraîlê de rêzgirtina li yasayên navneteweyî "tê binpêkirin."

Guterres got, “Sivîl rastî ziyanên gelekî mezin tên, heta parastina karmendên Neteweyên Yekbûyî jî nayê liberçavgirtin.”

Wî destnîşan kir ku bêyî hebûna yasayan, nearamî û bêbawerî bi awayekî metirsîdar belav dibe.

Rola Pakistanê ya di dan û standinan de

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî piştî civîna li gel Wezîrê Karên Derve yê Pakistanê Îshaq Dar diyar kir ku ew di wê baweriyê de ye ku “îhtimaleke zêde heye” dan û standinên Amerîka û Îranê dîsa dest pê bikin.

Guterres anî zimên, “Ne rast e ku em li bendê bin pirsgirêkeke wisa dûvdirêj di rûniştinekê de çareser bibe.

Loma divê dan û standin berdewam bikin û agirbest were parastin.”

Guterres her wiha pesnê rola Pakistanê ya di navbeynkariya her du welatan de da.

Ev daxuyaniyên Guterres di demekê de ne ku Washington piştî bi dehan salan mazûvaniya yekemîn gotûbêjên rasterast ên di navbera balyozên Îsraîl û Libnanê de dike.

Aliyê Libnanî daxwaza agirbestê dike lê Îsraîl ji bo her peymanê şertê “çekdanîna Hizbulahê” wekî mercê sereke datîne.

Ev yek bûye sedem ku di daxwazên her du aliyan de cudahiyeke mezin çêbibe.

Peyama ji bo Dadgeha Navneteweyî

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku ew dê dawiya vê hefteyê biçe bajarê Laheyê yê Holendayê.

Antonio Guterres dê li wir beşdarî merasîma salvegera 80yî a damezirandina Dadgeha Navneteweyî ya Dadê (ICJ) bibe.

Guterres got ku ev serdan peyamek e ji bo hemû welatên cîhanê ku yasayên navneteweyî ji bo her kesî wekî hev in û rêzgirtina li wan ne bi dilê kesan e.

Guterres di dawiyê de bangî hemû aliyan kir ku rêzê li azadiya geştiyariya deryayî bigirin, bi taybetî li Tengava Hurmizê.

Wî daxuyand ku êdî dema wê hatiye dîplomasî bikeve pêşiya her bijardeyeke leşkerî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst