Meseleya jinan a Neteweyên Yekbûyî: Çima 80 sal in mêr birêveberiyê dikin?

2 demjimêr berê
Namo Ebdullah
Namo Ebdullah
Sekreterên Neteweyên Yekbûyî / Wêne: Rûdaw
Sekreterên Neteweyên Yekbûyî / Wêne: Rûdaw
Nîşan Neteweyên Yekbûyî Jin New York
A+ A-

New York (Rûdaw) - Profesoreke navdar a zanîngehê li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê pêngavek da destpêkirin ku piştî 80 salan cara yekem jinek Neteweyên Yekbûyî bi rê ve bibe.

Neteweyên Yekbûyî gelek caran balê dikişîne ser wekheviya di navbera jin û mêran de lê gelo ev pêngav dê bi ser bikeve?

Nûçegihanê Tora Medyayî ya Rûdawê Namo Ebdula balê dikişîne ser dîwarekî û ji temaşevanan dixwaze ku li wî dîwarê li pişt wî temaşe bikin.

Ew wêne li baregeha Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê hatine nîşandan.

Di wêneyan de kesên ku posta herî bilind a Neteweyên Yekbûyî wergirtiye ango wekî Sekreterê Giştî xebitîne hene.

Namo Ebdulla got, “Heke bedewiya van xalîçeyên destçêkirî yên Îranê bala te nekişîne, dibe ku tu tiştekî din ferq bikî: Hemû mêr in.”

Baş e, çima ev rêxistina ku ji her kesî zêdetir qala wekheviya di navbera jin û mêran de dike, di nava 80 salan de ti jin ji bo serokatiyê hilnebijartine?

“Ev bi taybetî peymana endamên P5 e”

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric ji Rûdawê re li ser pirsên "Çima ev nebûye?" wiha got:

"Li gorî min ji bo bersiva vê yekê divê hûn ji wan kesan bipirsin ku dengê xwe didin."

Ew rast dibêje, heke em bi hûrgilî bibêjin ev hemû di destê 5 welatan de ye ku bi hev re wekî "P5" tên naskirin û di Konseya Ewlehiyê de xwedî mafê vetoyê ne.

Mamosteya Zanistên Siyasî ya Koleja Bajêr a New Yorkê Jane Krasno wiha axivî:

"Ev bi taybetî peymana endamên P5ê ya Konseya Ewlehiyê ye.

Divê ew razî bibin û ew qas zêde alîgirên wê hene ku ew heta nafikirin jî ku li jinekê bigerin."

Welatên P5ê ji Amerîka, Çîn, Rûsya, Fransa û Brîtanyayê pêk tên.

Jane Krasno li bajarê New Yorkê Profesora Zanistên Siyasî ye û îro serkêşiya pêngaveke zextê ya li ser Neteweyên Yekbûyî dike.

Armanca vê pêngavê ew e ku ji bo gera bê ya ku dê dawiya vê salê dest pê bike jinek wekî Sekretera Giştî bê destnîşankirin.

"Meseleyeke dadperweriyê ye"

Namo Ebdula jê pirsî, "Nêrîneke wiha heye ku dibêje cîhanê di dîrokê de ew qas şer û alozî dîtine ji ber ku her tim mêr serdest bûne lê eger wisa nebûya, dibe ku me îro cîhaneke cûda dîtiba. Nêrîna te li ser vê yekê çi ye?"

Jane Krasnoyê jî di bersivê de got:

"Ez heta astekê bi vê yekê re me, ji ber ku jin di dîrokê de dayîk bûn an jî endamên sereke yên malbatê bûn.

Ew neçar bûn ku di nav malbatê de pêşengiyê bikin, destwerdanê di pirsgirêkan de bikin û ji ber cudahiya bi sedan salan rû bi rûyî astengiyan bibin.

Ji bo dîtina çareseriyên aştiyane, ew neçar bûn ku wan astengiyan derbas bikin û di vî karî de jî, wan jêhatîbûna xwe ya bihêz di çareserkirina pirsgirêkan de bi pêş xistiye."

Sala 2016an dema ku Amerîka amade bû seroka yekem a jin hilbijêre, Neteweyên Yekbûyî jî nêzîkî vê yekê bûbû.

Ji wan 13 kesên ku hatibûn namzedkirin 7 jin bûn û hinek ji wan xwedî tecrubeyên kûr ên dîplomatîk bûn lê ti ji wan nehatin hilbijartin.

Hîn jî ne diyar e bê dê kengî wêneya jinekê li ser wî dîwarî bê daliqandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst