Washington (Rûdaw) - Ji ber şerê li Îranê, aboriya cîhanê rû bi rûyî şokeke mezin bûye.
Kêm welat hene ku bandora vî şerî li ser wan nebe.
Di vê dema ku qeyraneke mezin a aboriyê heye de, vê hefteyê li Washingtonê civîna herî mezin a saziyên darayî û aborî yên cîhanê tê lidarxistin.
Civîn taybet bi Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) û Koma Banka Cîhanî ne.
Di nav holên civînê de jî siya şer eşkere li ser dan û standinan diyar e.
Geşeya aboriya cîhanê daket ji sedî 3,1ê
Destpêka îsal geşeya aboriya cîhanê nêzîkî ji sedî 3,3 bû.
Li gorî pêşbîniyên Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF), şerê li Îranê kir ku ew geşe lawaz bibe û niha dakeve ji sedî 3,1ê.
Karmendê hikûmeta Amerîkayê Wayne li ser mijara dan û standinan got:
"Min bi xwe dixwest di pêşkêşkirinan de guhdariya wê mijarê bikim.
Wekî mînak, vê sibehê di çavdêrîkirina aboriya cîhanê de behsa enflasyona cîhanî kirin ku tê pêşbînîkirin zêdetir bibe.
Dihat gotin ku ew dê ji bo welatên nû bipêşketî gelekî zehmettir be, bi taybetî ji ber welatên hinardekarên petrolê, çimkî ev rewş bandorê dike.
Dibe ku bandor ne yekser be lê bandora şerê li Rojhilata Navîn a cîhanî heye."
Rola IMFyê û Banka Cîhanî a di qeyranan de
Hinek welat jî bi wê hêviyê berê xwe daye vê civînê ku Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) û Banka Cîhanî, di rûbirûbûna qeyranên aboriyê de alîkariya wan bikin.
Pisporê aboriyê Hung Chan li ser rola wan her du saziyan got:
"IMF û Banka Cîhanî dikarin bi du rêyan alîkariya welatên kêm-dahat bikin.
Yek ji wan; di dema qeyrana darayî de û her wiha ji bo hevsengiya dayîna pereyan alîkariya wan a darayî heye.
Ev niha pirsgirêka piraniya welatên hawirdekar û kêm-dahat e.
Ev jî ji ber qutbûna zincîreya dabînkirina pêdiviyan e.
Ya duyem; dikarin bi wan welatan re dan û standinê bikin ku bizanin asta bandorê çi qas e.
Paşê dê siyaseta herî baş a ji bo alîkariya wî welatî çi be.
Bi vî awayî dikarin rûbirûyî qeyranê bibin."
Salane welatên herêmê ku Îraq û Sûriye jî di nav wan de ne, beşdarî civînên Washingtonê dibin.
Îsal şandeya Sûriyeyê di dema xwe de gihîşt Washingtonê.
Lê li gorî zanyariyên Rûdawê, ji ber şerê li Îranê û girtina balafirgehan, heta roja duyem a civînê jî şandeya Îraqê amade nebû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse