Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Koşka Spî Karoline Leavittê ragihand ku ji bo dirêjkirina agirbesta demkî ya bi Îranê re dan û standinên dijwar hîn jî didomin û civîn "berhemdar" derbas dibin.
Berdevka Koşka Spî Karoline Leavittê di konferanseke rojnamegeriyê de daxuyanî li ser rojeva Îranê û nûçeyên derbarê dirêjkirina agirbesta demkî dan.
Leavittê nûçeyên ku digotin wan bi awayekî fermî daxwaza dirêjkirina agirbestê ji Îranê kiriye derewandin û got:
“Îro min hinek nûçe dîtin ku em bi awayekî fermî daxwaza dirêjkirina agirbestê dikin.
Ev ne rast e. Niha em bi awayekî dijwar van dan û standinan didomînin.
Hevdîtin bi awayekî berhemdar didomin.”
“Em geşbîn in”
Leavittê amaje bi daxuyaniyên dawî yên Serokê Amerîkayê Donald Trump da û diyar kir ku pêvajo bi awayekî erênî dimeşe û got:
“Em li ser îhtimala peymanekê geşbîn in.
Serok doh di hevpeyvîna xwe de behsa vê yekê kir.”
Leavittê destnîşan kir ku navbeynkariya Pakistanê didome û ew ji rola Îslamabadê ya heta niha gelekî razî ne û da zanîn ku ew dixwazin Pakistan di paşerojê de jî vê rola navbeynkariyê bidomîne.
Leavittê pirsa ku dê hevdîtinên nû li kû derê bin bersivand û got ku wekî hevdîtinên berê ev dan û standin jî bi îhtimaleke mezin dê li Îslamabadê bên kirin.
“Çînê çek nedane Îranê”
Berdevka Koşka Spî diyar kir ku Pekînê di vê pêvajoyê de çek nedane Tehranê û anî ziman:
“Serokê Çînê Xi Jinping ji Trump re garantî da ku wan di dema vê pevçûnê de çek nedane Îranê.”
Leavittê her wiha li ser mijara ku dê dorpêça Amerîkayê ya li ser benderên Îranê çi qas bidome ti demên diyar eşkere nekirin.
Wê destnîşan kir ku biryara di vê mijarê de bi temamî di destê Trump de ye.
Serokê Amerîkayê di hevpeyvîneke xwe ya bi kanala Fox Newsê de gotibû, “Şerê bi Îranê re pir nêzîkî qedandinê ye.”
Trump her wiha anîbû ziman ku ew bawer dike ku Çîn ji vekirina Tengava Hurmizê pir kêfxweş e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse