Tillerson: Parastina Kurdan û pêkhateyên din ewlewiyeta rêveberiya Trump e

15-08-2017
RÛDAW
Nîşan Wezîêr Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson Kurd DAIŞ
A+ A-

Waşington (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson ragihand, parastina Kurdan û pêkhateyên din ewlewiyeta (karê herî li pêş) rêveberiya Turmp e.

 

Rex Tillerson îro sêşembî 15ê Tebaxa 2017ê raporta salane ya Azadiya Olî Li Cîhanê belav kir, ku di beşeke wê raportê de, amaje bi wan tawan hatiye kirin, ku DAIŞê li hember gelê Kurd, Kurdên Êzidî, Musilmanên Şîe û Mesîhiyan kiriye.

 

Tillerson dibêje: “Zelal û aşkere ye ku DAIŞê li hember cenosîda Êzidî, Mesîhî û Musilmanên Şîe li wan navçeyên ku kontrol kirine, yan kontrol kiribûn, berpirsyar e.”

 

Bi gotina Tillerson, DAIŞ herwiha li hember encamdana tawanên cengî û hewldan ji bo nehêlan û ji holê rakirina wan grûpan û di hinek dosyayên din de jî li hember musilmanên Sunnî, Kurd û pêkhateyên din berpirsyar e.

 

Wezîrê Derve yê Amerîkayê tekez kir, ku parastina Kurd û wan grûpan, ewlewiyeta rêveberiya Donald Trump, serokê niha yê Amerîkayê ye.

 

Rex Tillerson diyar kir, ku DAIŞê hîj berdewam e li ser bi armanc kirina ol û pêkhateyên ciyawaz û da xuyakirin, ku DAIŞ bi şêweyên ciyawaz ên weke destdirêjî, revandin, koyekirin û bi mirinê ol û pêkhateyên ciyawaz dikin armanca êrişên xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst